Destûr nadin li Girtîgeha Bunyanê testa vîrusê bikin 2020-04-27 17:30:51   AMED – Xwîşka girtî Yazgul Şahîn a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî ye, Nûrhayat Şahîn diyar kir ku rayedarên girtîgehê destûr nedane testa vîrûsê ya girtiyên nexweş bê kirin û dozgerê girtîgehê jî gotiye ‘Ez nahêlim ku navê Bunyanê derkeve’ û nehiştiye test bê kirin.    Malbatên girtiyên li Girtîgeha Bunyanê diyar kirin ku rayedaran destûr nedaye testa vîrûsa corona bê kirin. Xwîşka girtî Yazgul Şahîn a 4 sal in girtiye û li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê ye, Nûrhayat Şahîn diyar kir ku îro bi telefonê xwîşka xwe re axivî ne û wiha got: “Xwîşka min got bi hevalên wan re nîşaneyên vîrûsa coronayê hene. Wek ser zivirîn, vereşîna dil, di çav û guhan de pirsgirêka dîtin û bîhîstinê. Ji rayedaran dixwazin ku testên vîrusê bikin lê li ser xwestina bijîşkan jî rayedar destûr nadin. Ji bo ku testa bikin jî ji girtiyan heqê wan dixwazin. Li ser vê yekê dozger çend caran diçe girtîgehê. Dibê ‘ez nahêlim ku navê Bunyanê derkeve’ û nahêle ku test werin kirin. Wezîrê Tenduristiyê jî goti bû ku test bê pere tên kirin.”   ‘BI GIRTIYÊN NEXWEŞ RE ELEQEDAR NABIN’   Şahîn, diyar kir ku malzemeyên paqijiyê jî nadin girtiyan û wiha axivî: “Divê ku malzemeyên paqijiyê bê pere bidin girtiyan lê bi awayekî biha û kêm  didin wan. Xwarinên wan jî ne paqijin û tiştên weke mûyê serî, neynûk di nava xwarinê de derdikevin.” Şahîn, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş nebaş e û wiha berdewam kir: “Kesekî ku bi girtiyên nexweş re eleqedar bibin nînin. Ji ber vê yekê em wek malbat bi fikar in. Di girtîgehê de tu ewlehiya canê wan nîne. Em dixwazin demildest girtiyên siyasî werin berdan.”