Di pêvajoya şewbê de xebateke erzan li wan tê ferzkirin 2020-04-28 09:18:40 MÛGLA - Seroka Sendîkaya Xebatkarên Navmalan Gulsum Nazlioglû, anî ziman ku piraniya kesên karên navmalan dikin jî bêtemşnat tên xebitandin û got, di pêvajoya şewbê de xebateke hê erzantir li wan tê ferzkirin.  Li gorî anketên Hêza Karî ya Enstîtiya Îstatîstîkê ya Dewletê, ji sedî 90'ê kesên karê nav malan dikin jin in. Seroka Sendîkaya Xebatkarên Navmalan Gulsum Nazlioglû, destnîşan kir ku jinên daxilî nav îstihdamê dibin, derî qeydkirinê, bi meaşekî di biniya meaşê kêmtirîn de tên xebitandin û got, pirsgirêka wan a herî sereke jî bêtemînat dixebitin.    Gulsumoglû, bilêv kir ku piraniya kesên nav malan dikin jin in û got, ji bo parastina ven xebatkaran pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye.    CIHÊ ME YÊ KAR MALA ME YE    Nazligolû, da zanîn ku li 37 bajaran xwe birêxistine û got, rêveberiya wan hemû ji jinan pêk tê. Nazligolû, bilêv kir ku karê atolyeyan, li taxan şikandina gûzan, pevvekirina farên wesayîtan, pevxistina qabloyên prîzan, pakêtkirina îsot û şekiran, nexşên fayansan hwd. dıkın. Nazlioglû, diyar kir ku ji ber ku sermayeyek wan tuneye, rasterast nikarin berên xwe bifiroşin û got, loma mecbûr in pêwendiya karkerdêr-karker datînin. Nazligolû, got: "Yanî ferqa di navbera xebatkarên karên nav mala dikin û yên xebatkarên din de ev e; cihê karê me mala me ye."    BI ERZANÎ TÊN XEBITANDI    Nazlioglû, anî ziman ku piraniya xebatkaran xizan in, bêtemînat dişixulin û kesên ku hindik maya bi nexweşînên pîşeyî bikevin bi xwe ne û got, tenê ne xebatkar kesên li heman malê jî bandorê ji van nexweşînên pîşeyî digirin. Nazlioglû got: "Bi qasî lêkolîna ku me kiriye, bêyî ku tevdîrek bê girtin xebatkar tên şixulandin. Çimkî ev jin rojane û heftane dişixulin û jiyana xw ebi vî awayîd idomînin. Helbet vîrûsa coronayê bandor li me kir. Ji ber ku ka rbi dest me nakeve û ji ber kê bêtemînat e, em ji mecbûrî bi erzanî dişixulin. Ji ber ku kes naxwaze temasî hev du bike nayê kar û niha kar li ber qedandinê ye."    Nazlioglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber ku kargeh li gor polîtîkayan tev digerin xebata nav mala derî vê çaçroveyê hatiye hiştin û got: "Ji bo me jî divê heqedesta xebatkaran bê dayîn. Ev tenê ne ji bo ên li nav malan dixebitin, ji bo jinên karên nav erdan dikin, ji bo karkerên li kuçeyan û ji bo karkerên îneşatan ên bêtemînat dişixulin."    Nazlioglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi belavbûna pandemiyê re xizaniya jinan bêtir bûye û got, piştî qedexeya derketina derve jin bêtir hatine dorpêçkirin. Nazlioglû, di xebata karê nav malan d ebal kişand ser girîngiya jiyana civakiyî jî û got, ji bo temênata jinan pêk bê pêdivî bi rêxistinbûyîneke cidî heye.    MA / Esra Solîn Dal