Di heman qawîşê de jiyana 3 astengdaran 2020-04-28 09:19:15 AMED - Yek jê ji stuyê xwe berjêr felcî ye, yek jê li gor rapora ATK'ê ji sedî 98 astengdar e û yek jê jî hem destek wî tuneye hem jî bi weremê ketiye. Her sê jî di heman qawîşê de ne û bi hinceta "dibe ku birevin" nayên berdan.    Li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, 3 girtiyên nexweş di şert û mercên dijî mirovahiyê de tên ragirtin. Ji her sê girtiyan 2 jê nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe peyda bikin. Sedal Yildirim (27) ji sedî 98 astengdar e, Abdûllah Tûran (23) ji stuyê xwe berjêr felcî ye û Engîn Aktaş (32) jî destek wî tuneye û bi nexweşîna weremê ketiye. Aktaş, 9 sal in girtiye û çendî ku Saziya Tiba Edlî 5 caran rapora nikare di girtîgehê de bimîne daye wî jî, lê dîsa jî wekî hevalên wî yên qawîşê bi hinceta dibe ku bireve nayê berdan.    HER SÊ JÎ DI HEMAN QAWÎŞÊ DE NE    Serdal Yildirim, berî ku bê girtin di sala 2009'an de qezayek lê diqewime û ji navê berjêr felcî dibe. 12 caran tê emeliyatkirin. Di sala 2015'an de ji ber îxbarekê tê girtin. Saziya Tiba Edlî (ATK) raporeke ji sedî 98 astengdar e daye wî û gotiye "Ji sedî 98 astengdar e, dikare bê berdan." Lê belê hê jî di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de ye. Ji ber ku beyana Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê ku gotiye "ji bo ewlehiya civakê bipirsgirêk e" esas hatiye girtin û nayê berdan. Çendî ku parêzeran ji bo berdana Yildirim serî li dozgeriyê daye jî, dozgeriyê gotiye "ji bo civakê talûke ye" û serlêdan red kirine.    RAPOR HENE, LÊ DÎSA JÎ NAYÊ BERDAN    Abdûllah Tûran jî gava di Girrtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê de bûye, di dema greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê de hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û ji ber vê ji stuyê xwe berjêr felcî bûye. Gava Tûran radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Trabzonê, îstixbarat û polîsên TEM'ê jî diçin û îfadeya "bêje hevalên min ez avêtime" lê ferz dikin. Ji ber ku ji stuyê xwe berjêr felcî ye, wê demê tim li serê wî xistine. 50 rojan li nexweşaneyê dimîne û dema li nexweşxaneyê bûye gardiyan û personelên tenduristiyê yên pê re eleqedar bûne tim mumaleyeke nebaş pê re kirine û ew îlkence kirine. Piştî 50 rojên li nexweşxaneyê dîsa wî dibin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. ATK, ji bo Tûran jî rapor amade kiriye û di raporê de gotiye "nikare di girtîgehê de bimîne", lê belê dîsa jî nayê berdan.    'DIBE KU BIREVE'    Sedat Yildirim ku birayê Serdal Yildirim e, diyar kir ku birayê wî nikare xwe tev jî bide û tiştên tên serê wî derî rûmeta mirovan e. Bira Yildirim, anî ziman ku kesekî ku nikaribe xwe tev bide wê çawa bireve û xwest ev yek bê îzahkirin. Yildirim, ji bo neberdana birayê xwe got "dijmintiya bi kurdan re ye" û wiha got: "Wekî din tu îzahiyateke vê tuneye. Nêzîkatiyeke dijminatiyî ye. Birayê min tenê bêhnê digire û dide. Li bendê ne ku bimire. Platîn di pişta wî de ye. 6 meh berê gava gardiyan av nedayê, li ser vê hewl daye avê vexwe û ji ranzayê ketiye. Gava ji ranzayê dikeve platîna di pişta wî de ji cih dertê. Serikên çeteyan, kujeran, kesên tecawizî zarkan didin ber didin, lê belê birayê min ê ji ber îfadeya hin kesan hatiye girtin nayê berdan. Şahid dev ji îfadeya xwe berdaye, lê dîsa jî nayê berdan. Me çend caran serlêdan kir, lê dîsa j nayê berdan, serlêdan tên redkirin."    'DEV JI VÊ ÎŞKENCEYÊ BERDIN'    Yildim, bal kişand ser xetereya vîrûsa coronayê û got: "Birayê min û 2 kesên astengdar di heman qawîşê de ne. Ji ber vîrûsê kes naçe cem wan. Heger biçin wê bi şewbê bikevin. Bila wan berdin, em ê li malê li wan mêze bikin. Demildest divê bên berdan.    Bavê Abdûllah Tûran Mehmet Zahît Tûran jî anî ziman ku kurê wî nikare xwe tev jî bide û got, ji ber enfeksiyonê hema bêje laşê wî hemû îflas kiriye û ji ber tim dirêj kiriye canê wî birînî bûye û ji ber van birînan diêşe. Tûran, destnîşan kir ku girtîgehê her sê girtî bi tenê hiştine û her sê jî hewl didin bi derfetên xwe jiyana xwe bidomînin. Bav Tûran, got: "Gava gotiye ez tî me, gardiyanan av nedayê û wî jî bi xortimeke ku bi benikekî bi serê tiliya wî ve hatiye girêdan avê vedixwe. Hem nayê tedwîkirin hem jî bi muamele û îşkenceyê dijî mirovahiyê re rû bi rû dimîne. Her roj ji bo wî îşkence ye. Demildest divê ev îşkence bi dawî bibe."    ‘KURÊ MIN GIRTIYE, TECAWIZKAR TÊN BERDAN'    Bav Tûran, bibîr xist ku ji ber ku kurê wî li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye hatiye girtin û got, madem wisa ye nexwe eskerên Tirk ên li dijî DAIŞ'ê şer kirine jî sûcdar in. Bav Tûran xwest rojek berî rojekê muameleya li kurê wî tê kriin bi dawî bibe û got, li welatekî ku etcawizkar tên berdan de kurê wî yê li dijî DAIŞ'ê şer kiriye nayê berdan.