Berteka ji bo tabelayên bêyî kurdî: Berdewama asîmlasiyona 100 salî 2020-04-28 09:20:01 ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê li têketina bajêr û hin deverên din tabela bi cih kiribûn, lê belê tenê tabelayên bi tirkî û ingilîzî. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê, ji bo vê rewşê û gotin: "Berdewamiya polîtîkayên 100 salî yên asîmlasiyonê." Qeyûmê ku Wezareta Karên Navxweyî di 29'ê Cotmeha 2019'an de tayinî Şaredariya Cizîrê kir, li têketina bajêr û hin deverên dîrokî yên bajêr tenê tabelayên bi tirkî û ingilîzê daliqandin. Li vî bajarê ku hema bêje temamê wê bi kurdî diaxife nebicihkirina tabelayên bi kurdî bû cihê neraziyan.   Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê ji bo vê rewşê gotin "berdewamiya asîmlasiyona 100 salî" û bertek nîşan dan.   ÎMÎR: ARMANC JÊBIRINA BÎRÊ YE   Parlementera HDP'î Nûran Îmîr, anî ziman ku her diçe asîmlasiyon û polîtîkayên înkarê zêde dibin û ji bo tabelayên ku bi kurdî nehatine çêkirin jî got: "Netehemilkirina kurdî û kurdan e."   Îmîr, got: "Dixwazin bi hêza xwe ya muqtedîrî nirxên me ji nedîtî ve bên, bêhurmetiyê li wan bikin, bikin tiştên ji rêzê û tune bihesibînin. Van tiştan jî bi qeyûman dikin. Armanc, jêbirina bîra kurdan e, dûrxistina ji nirxan e. Vê yekê jî di çarçoveyeke hiqûqa dijminatiyê de dikin."   Îmîr, diyar kir ku li dijî kurdan û zimanê wan tenê vebijêrkeke îqtidarê heye, ew jî "înkar" e û got: "Êdî her kes hay ji vê heye. Di şexês Cizîrê de redkirina kurdan û kurdî tê îlankirin. Divê ev baş bê zanîn; ev bajarê me yê qedîm ku malovaniya bi hezaran şaristaniyan kiriye, wê li ber asîmlasiyon û polîtîkayên înkarê yên serdestan û îqtidarê serî netewîne. Wê dev ji ziman û çanda xwe bernede. Wê tu hêz û îqtidra jî nikarin vê yekê asteng bikin."   OZGUNEŞ: ASÎMLASIYON BI 1921'Ê DEST PÊ KIR   Parlementer Hasan Ozguneş jî diyar kir ku pêkanînên qeyûman di dema AKP'ê de pêk hatine û got, bi Qanûna Bingehîn a 1924'an re li Tirkiyeyê fikra "yek netewê" çêbûye û di vê çaçroveyê de jî di serî de kurd û bi giştî kêmarên din hemû hatine xwestin ku bên tirkkirin. Ozguneş, anî zman ku ev polîtîka heya roja îro jî didomin û got: "Yek ji pêkanîna ewil Plana Şerq Islehetê ye. Der barê jiyanê ji bo kurd û kêmarên din çi hebe xwestin hemûyan ji holê rabikin. Navê gund, çiya, bajar, deşt, çem û cihên din hemû kirin tirkî. Bi salan xwendin, nivîsandin û axatina bi kurdî û muzîka krudî qedexekirin. Helbet li dijî vê tim û tim têkoşîna kurdan jî heye. Bedêlên giran hatin dayîn. Bi têkoşînê hin maf bi dest ketin."   Ozguneş, anî ziman ku kurd ji sala 1999'an ve di warê rêveberiyên ehrêmî de tevî gelên bindest û baweriyan li gelek deveran bûne wxedî vîn û dest xwe bi xwe rêvebirinê kirine. Ozguneş, diyar kir ku di vê demê de di qada çandî de jî tiştên girîng hatine kirin û hewl dane pêşî li ber asîmlasiyonê bigirin.   Ozguneş, anî ziman ku tiştên li Cizîrê dikin berdewamiya berdewamiya van polîtîkayan e û got, têkoşîna li dijî van pêkanînan û bertekdayîn, parastina destekftiyan dikeve ser milê hemû muxalifan.   Ozguneş, got: "Li ser esasên neteweya demokratîk heya ku nasname, bawerî û zayendî hemû azad nebin wê têkoşîna me dewam bike."   KAÇMAZ: ASÎMLASIYON DEWAM DIKE   Parlementer Huseyîn Kaçmaz jî anî ziman ku kurdên ku demekê dihat îdiakirin tunene, di nezda dewletê de tu carî vîna wan nehatiye qebûlkirin û tim û tim hatiye xespkirin. Kaçmaz, got: "Zimanê kurdan hatiye înkarkirin û tim û tim hatiye asîmlekirin. Pêşî qeyûm tayinî şaredariyan kirin, niha jî bi polîtîkaya tunekirina zimanê kurdî tev digerin. Polîtîkaya nehesibandina zimanê kurdî ji avakirina komarê heya niha didome û 100 sal in li dijî kurdan tiştek jî neguheriye. Ev jî nîşan dide ku asîmlasiyon didome."