HDP li dijî guhertina înfazê serî li darazê dide 2020-04-28 10:17:26   ENQERE – HDP têkildarî guhertina îfanzê dê serî li darazê bide. Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Aydin Erdogan got: “Gughertin li dijî rêgezên edalet û wekheviyê ye. Divê her kes bibe şopdarê rêya darazê.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî guhertina yasaya înfazê ya ku girtiyên siyasî nehatin daxilkirin dê serî li rêya darazê bide. Ji ber ku hejmara wekîlên HDP’ê têr naka ji bo li dijî guhertinê derkeve nikare serî li ser Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide. HDP’ê ji bo girtî û hikumxwarên sûdê ji guhertinê negirtin ji bo dikaribin serî li AYM’ê bidin xebat birêve birin. Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê têkildarî newekheviya di guhertinê de daxwazname amade kir.   Di daxwaznameya ji 11 rûpelan pêk tê balê kişandin ser rêgezên “wekhevî” û “dewleta hiqûqê” û hat diyarkirin ku bi guhertina nû re di înfazê de cezakirinek nû hatiye sepandin û bal kişand ser biryara darazê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku berê ji bo mijarên “berdana bi şert û serbestiya bi kontrol.”   Daxwaznameyên hatin amadekirin dê bi rêya Rêxistina Civakî yên Sivîl (RCS), parêzer û malbatan bigihînin girtîgehan. HDP jî wê di pêvajoya serlêdanê de piştevaniya hiqûqî pêşkêş bike.   ‘TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN’   Endamê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê Aydin Erdogan têkildarî mijarê got: “AKP-MHP girtiyên xwe berda û girtiyên kurd û muxalîf terkî mirinê kir. Di navbera girtiyan de cudakarî tê kirin. Gughertin li dijî rêgezên edalet û wekheviyê ye. Divê her kes bibe şopdarê rêya darazê. Biryarên beriya niha Dadgeha Qanûna Bingehîn li dijî rêgezên dabû jî hene û dijbûna newekheviyê red kiribû. Ev efûya AKP-MHP’ê ya ser niximandî ye. Wê ji bo her girtî dikaribin bi daxwaznameyê serî li AYM’ê were dayîn. Heke daxwazname ji aliyê daraza Tirkiyê ve were redkirin, dê rê li ber serlêdana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) were vekirin.”   MA / Bêrîvan Altan