Walî: Polîsan bi şaşî ciwanê Sûriyeyî kuşt! 2020-04-28 12:31:13   EDENE - Walîtiya Edeneye têkildarî kuştina ciwanê Sûriyeyî Alî El Hemdan daxuyanî da û got: "Polîsan bi şaşî ciwan kuşt.    Polîsan li Taxa Sucuzade ya Navçeya Seyhan a Edeneyê ciwanê 17 salî Ali El Hemdan bi hinceta 'Li hişyariya raweste' guhdar nekiriye ji pişt ve gule berdanê û kuştin. Malbatê piştî rapora otopsiyê ya ATK'ê cenaze girtin û cenazeyê Hemdan li goristana taxê defin kirin.    Piştî bûyerê Waliyê Edeneyê Mahmut Demirtaş, malbata Hemdan  ziyaret kir. Walî parast ku polîsan bi şaşî Hemda kuştiye û der barê polîs de lêpirsîn dane destpêkirin. Walîtiyê daxuyanî da û got: “Dema yekîneyên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Navçeya Seyhanê li nokteya pêkanînê dema hişyar kiriye li hişyariyê guhdar nekiriye û reviya ye. Welatiyê Sûriyeyê A. H. dema guleya hişyariyê avêt bi şaşî birîndar kiriye. Bi birîndarî A.H. rakirin nexweşxaneyê. Polîsê eleqeder ji peyvirê hatiye dûrxistin û karê edlî hatiye destpêkirin."    Li ser medya civakî bertek zêde bûn   Li ser haşteka"#YênAlîKuştinLiKuen" bertekên xwe anîn ziman.    "* Parlamentera HDPê ya Amedê Remzi Tosun: "Ciwanê 17 salî yê Sûriyeyî ji bo Birêz rayedar ceza lê nebirin reviya gule berdan dilê wî. Guleya li dilê ciwan ket ji çeka kijan polîsî derket? @adalet_bakanlik @EmniyetGM @TCAdanaValiligin@mahmuttdemirtas#AliyiOElduerenlerNerede"   * Parlamenterê HDP'ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu: "Bi şika maqûm' kuştina mirovan çiqas hêsan bûye...!? Gelo kesekî têkildarî vê mijarê daxuyaniyê bide heye? @TC_icisleri #AliyiÖldürenlerNerde", "Di qedexeya derketina kolanan de ciwanê Sûriyeyi didin xebitandin. Ciwanê Sûriyeyî Ali El Hamdani ji bo ceza lê neyê birîn reviya û ji dilê xwe ve hat kuştin. Wisa çend ciwan hatin kuştin û tên kuştin!    Eger tu selahiyet û wazîfeya polîs bê kontrol û bê hevsengî zêde bike dê wisa bibe! @TC_icisleri"   * Em pir xemgîn in zarok me tu jî neparast. #AliyiÖldürenlerNerede..."   * Zarokên bên parastin gule berdidin dilê wan û dikujin. Dê kî hesabê wê bide. ?#AliyiÖldürenlerNerede