Karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin 2020-04-28 14:03:37 ÎZMÎR - Şaxa 7'emîn a Genel-Îşê li şantiyeya paqijiyê bi karkerên paqijiyê re 1'ê Gulanê pîroz kir.    Şaxa 7'emîn a Genel Îş'ê ya giredayî DÎSK'ê ya Îzmirê li şantiyeya paqijiyê ya Şaredariya Navçeya Bornova ligel karkerên paqijiyê 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karkeran ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) navber xistin nava xwe û 1'ê Gulanê pîrz kirin. Karkeran li qadê pankarta “Bijî 1'ê Gulanê" vekirin û daxuyanî dan. Serokê Şaxa 7'emîn a Genel-Îşê ya Îzmirê Ozgur Genç daxuyanî da û daxwazên xwe anî ziman. Genç, anî ziman ku wekî her qeyranê vê qeyrana şewba vîrûsa Covît-19 jî herî zêde bandor li ser karker û kedkaran kiriye û wiha got: "Bi vê şewbê li şûna kesên bi hêz û bi pere, herî zêde karker, kedkar, guhdî û rençber ketine bin bandorê. Li gel vê şewbê bi milyonan karker neçar in biçin kar. Di têkoşîna şewbê de cudakariya çînê aşkere tê kirin. Di encamê de rêya karkerên bi şewbê ketine li gorî ya tevahiya welat 3 qat zêde ye."     EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN   Genç daxwazên xwe jî anîn ziman û wiha lê zêde kir: "Bila dawî li derxistina karkeran û destûra bê pere bînin. Bila hilberîna ne mecbûrî û lezgîn be, bê rawestandin. Bila hilberîna li hemû kargeriyan bên rawestandin. Bila kedxwarî, zor û zext bi dawî bibe û karekî bi rûmet û ewlehiya civakî bê kirin. Em demokrasiyê dixwazin. Em wekhevî û edaletê dixazin. Em ewlehiya kar û peymana karê tomarî û mafê azadiya rêxistinê dixwazin. Em dixwazin şaredarî karkerên kadro têxin şîrketan. Em perwerdehî û tenduristiya bê pere û bi qalîte dixwazin. Em serdestiya hiqûqê dixwazin. Em jiyana bê şer û bê tundî dixwazin. Em karê wek hev û heqê wekhev dixwazin. Em dixwazin dawî li talankirin û wêrankirina xwezayê bînin. Em dixwazin kesên li dijî hiqûqê ji kar hatine dûrxistin dîsa li karê xwe vegerin.