‘Pêkanîna li girtîgehê bimîne nayê qebûlkirin’ 2020-04-28 14:36:29   RIHA – Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner, diyar kir ku li gel bangên wan ên “Li mal bimîne” pêkanîna “Li girtîgehê bimîne” nayê qebûlkirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rêz kir.   Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Rihayê, têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, li avahiya xwe ya bajar daxuyaniyek da. Endamên partiyê û welatiyên ku tevlî daxuyaniyê bûn li gorî şertên mesafeya fizîkî tevgeriyan.   ‘MÎNAKA POLÎTÎKYA REHÎNE’   Hevseroka HDP’a Rİhayê Emîne Çetîner, diyar kir ku li gel banga wan a “Li mal bimîne” pêkanîna “Li girtîgehê bimîne” jî berdewam dike û wiha got: “Ev nayê qebûlkirin. Jiyan li girtîgehê bi cih nabe. Daxwaza me ne hiqûqa dijmin, hiqûqa mirovahî ye. Divê şertên hiqûqî ji bo herkesî wekhev pêk bên. Ev nêzîkatiyên li ber serê me, mînaka şênber a pêkanîna polîtîkaya rehîneyê ye. Israra di polîkaya rehîneyê de tê wateya israra di polîtîkaya komkujiyê de.   DIVÊ BI AWAYEKÎ LEZGÎN TEVDÎR BÊN GIRTIN   Çetîner, destnîşan kir ku berdana girtiyên ku nexweşînên wan ên kronîk hene, berpirsariyeke wijdanî û mirovî ye û wiha qala binpêkirinên li girtîgehê kir: “Derfetên ku xwarina germ be dayîn li girtîgehê nehatine afirandin, lêgerîn û jimartin li gorî mesafeya fizîkî nayê kirin û girtiyên nexweş dernaxên revîrê. Em ev pekanînan qebûl nakin. Di warê paqijî û avê de jî kêmasî hene. Divê dewlet di van mijaran bergiriyên lezgîn bigire.”