Polîsê ciwanê Sûriyeyî kuşt hat girtin 2020-04-28 15:26:02   EDENE - Polisê ku ciwanê 19 salî yê Sûriyeyî Ali El Hemdan kuşt hat girtin. Hat diyar kirin ku polîs 3 metre ji nêzîk ve gule berdaye Hemdan.    Polîsan 27'ê Nisane de li Navçeya Seyhan a Edeneyê bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye ji piştve gule berda ciwanê Sûriyeyî yê 18 salî Ali El Hemdan û kuştin. Piştî bertek zêde bûn, der barê polîs de lêpirsîn dan destpêkirin û polîs binçav kirin. Polîsê ku Alî El Hemdan kuşt, sewqî dozgeriyê kirin û ji wir jî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya  Edeneyê kirin. Dadgehê polîs bi sucdariya Hemdan kuştiye girt û şand girtîgehê.    Hat hînbûn ku polîs îfadeya şahidê bûyerê Hasan Hacı Ahmed negirtiye. Malbata Hemdan ji ber şerê li Sûriyeyê ji Helepê koçî Edeneyê kiribû. Hat diyar kirin ku polîsê Hemdan kuşt, 3 metre li pişt wî gule berdayê û kuşt.