Rêveberiya Xweser: Berpirsiyarê êrîşên Tirkiye; DYA û Rûsya ne 2020-04-28 16:59:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku berpirsiyarê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê Rûsya û Amerîkayê û bang li civaka navnetewî, rêxistinên civakî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê pêk bînin.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşa li dijî Kobanê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiyê bi awayekî aşkera hemû biryarên navneteweyî, di dema belavbûna Koronavîrus de, binpê dike. Rêberiyê bang li civaka navneteweyî bi hemû saziyên xwe û di serî de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê kir ku erka xwe li beramberî kiryarên Tirkiyê li herêmê, pêk bînin û wiha got: "Di dema ku tevahî cîhan zehmetiyan ji ber COVID-19 dikşîne û hewldanên bidawîkirina encamên vê nexweşiyê didomin, di heman demê de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rêxistina tenduristiyê ya cîhanê rastî girîngiya pêwîst nayên, hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo pêşî li belavbûna Koronavîrus bigire bi rêya hin tedbîrên pêwîst pêk tê da ku jiyana nêzî 5 milyon kes li van herêman biparêze. Di dema ku li tevahî cîhanê agirbest heye, dewleta Tirk hemû xebata xwe xistiye hedefgirtina herêmên me."    AŞKERE BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKIN   Rêveberiya Xweser anî ziman ku Tirkiyeyê di 28`ê Nîsana 2020`an de kantona Kobanê kir hedef beriya wê jî herêmên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir û wiha cih da daxuyaniyê: "Di encama wê de zirarên madî yên mezin çêbûn û bi sedan şênî ku ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, koçber bûn. Piştî koçberkirina wan ji Efrînê dîsa hatin topbarankirin.û Kiryarên bi vî awayî diyar dike ku Tirkiyê guh nade alîkariya ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê. Her wiha bi awayekî ber bi çav biryarên navneteweyî yên girêdayî agirbestê di dema belavbûna Koronavîrusê de, binpê dike. Ev tevahî nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirk li gorî tu soz û biryarên navnetewî li hemû herêmên Sûriyê ku dagir kirine di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tev nagere."    CIVAKA NAVNETEWEYÎ JI KIRYARÊN TIRKIYÊ BERPIRSYAR E   Rêveberiyê destnîşan kir ku di dema ku girîngiyê didin yekkirina xebatên têkoşîna li dijî Koronavîrusê, wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û NY`yê dikin ku li hemberî kiryarên dijminatî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me bi berpirsiyarên xwe rabin û wiha bi dawî kir: "Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)li gorî banga navneteweyî ya rawestandina şer di rewşa heyî de, tev geriya. Divê xezt li Tirkiyê bê kirin da ku ew jî li gorî vê yekê tev bigere. Der barê hebûna dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, têkiliyên yekser ên Rûsya û Amerîka bi Tirkiyê re hene. Em bang li Rûsya û Amerîkayê dikin ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, da ku Tirkiyê jî pabendî wan peymanan bibe ku hemû aliyên peymanan berpirsiyariya êrişên Tirkiyê li herêmên me red dikin. Ev binpêkirin, tevlîheviyê derdixin û didin nîşandan ku Tirkiyê xeteriya Koronavîursê paşguh dike û şertên mirovî yên heyî ji bo pêkanîna planên xwe yên dijminahiyê, bi kar tîne. Lewra em bang li aliyên navborî dikin ku bi lez tev bigerin û van binpêkirinan rawestînin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku balafireke keşfê ya dewleta Tirk îro berbangê nuteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobanê hedef girtibû û di encamê de zirarên madî pêk hatibûn."