'Rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hemdan 2020-04-28 18:02:40   EDENE - Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê rapora der barê kuştina Alî El Hemdan ê 18 salî yê Sûriyeyî amade kir. Li gorî raropê yek gule li aliyê rastê yê sînga Hemdan ketiye. Parêzer Nurettin Taniş, diyar kir ku rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hamdem."    Polîsan di 27'ê Nîsanê de li Navçeya Seyhan a Edeneyê bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye gule berda ciwanê Sûriyeyî yê 18 salî Ali El Hemdan û kuştin. Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê rapora der barê kuştina Alî El Hemdan ê 18 salî yê Sûriyeyî amade kir. Li gorî raropê yek gule li aliyê rastê yê sînga Hemdan ketiye. Parêzer Nurettin Taniş, diyar kir ku rapor nîşan dide ku gule berdane dilê Hamdem."    HEDEF NÎŞAN DAYE Û GULE BERDA YE   Serokê Komîsyona Mafê Mirovan ê Baroya Edeneyê Prz. Nurettin Taniş, diyar kir ku li gorî raporê Hemdan bi yek guleyê ji dilê xwe ve hatiye kuştin. Rapora otopsiyê jî nîşan dide ku gule berdane dil. Polîsê ku gule berda hat girtin.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor jî diyar kir ku Hemdan ji bo ceza nexwe ket kolanê û polîsê ket şopa wî hedef nîşan da û gule berdayê. Ongor, anî ziman ku dê şopdarê dozê bin.