Li Tirkiyeyê 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2020-04-28 19:21:13   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocaî daxuyand ku di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Piştî van daneyan hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 992.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 92 kesên din jî ji ber şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dane. Li gorî tabloya ku Koca parve kiriye di 24 saetên dawî de 2 hezar û 392 kesên din j bi şewbê ketine.   Piştî van daneyan hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 2 hezar û 992 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine jî bû 114 hezar û 653.