2 endamên TUHAY-DER’ê hatin binçavkirin 2020-04-29 11:59:29   WAN - Li Wanê, polîsan bi ser malên endamên TUHAY-DER’ê Halîme Albay û Zekî Îtah de girtin û binçav kirin.   Li Taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polîsan di saetên serê de bi ser malên endamên Komeleya Piştevanî û Şewirmendiya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) Halîme Albay û Zekî Îtah de girtin û binçav kirin. Polîsan derî şikandin û di malan de lêgerîn kirin. Albay û Îtah ên bi hinceta “îxbar heye” hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Bajêr tên girtin.