Başaran: Jin dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin 2020-04-29 12:44:00 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, geşedanên di rojevê de nirxandin û diyar kir ku jin dê di 1'ê Gulanê de ji bo azadiya xwe pêşeroja xwe û vîna xwe li qadan bin.  Başaran, anî ziman ku ajanda îqtîdara AKP'ê ya dijminantiya kurdan bi tecrîdkirina Ocalan berdewam dike.    Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, bal kişand ser polîtîkayên îqtidarê yên li dijî şewba vîrûsê, keda jinê û keda karkeran û wiha got: "Îtîfaqa AKP-MHP'ê bi dijminantiya Kurdan ajanda xwe berdewam dike. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan berdewam dike. Tenduristiya  birêz Ocalan ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Ji ber vê yekê divê bi lez tecrîd bi dawî bibe. Li gel banga cemaweriyê îqtîdar tu gavan navêje."     Başaran, bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û şewba vîrûsê û wiha got: "Li aliyê din bi firsenda corona  zagona înfazê anîn meclîsê û derbas kirin. Bi vê yekê gelek girtiyên sucê li dijî civakê kirine hatin berdan. Li aliyê din bi hezaran girtiyên siyasî li girtîgehê terkî mirinê kirin. Em meclîsa jinan diyar dikin ku heta hemû girtîgeh bên valakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên corona dikin firsend û karkeran didin xebitandin û dixwazin jin di malê de bimînin em ve yekê qebûl nakin. Em li hemberî qerîna girtîgehan bêdeng namînin."     'LI TIRKIYE KESÊN HERÎ XIZAN JIN IN'   Başaran, bal kişand ser rewşa aborî ya jinan û wiha berdewam kir: "Îqtîdara AKP'ê vîrûsê weki pirsgirêka tenduristiyê dibîne û pirsgirêkên derûnî, civakî, aborî li ber çavan nagire. Rewşa karker, kedkar û jinan û betalan li ber çavan nagire. Li Tirkiyeyê kesên herî xizan jin in. Li Tirkiye yên herî zêde xizaniyê dijîn jin in. Li gorî daneyên DÎSK-AR'ê rêjeya betalan a jinan ji sedi 30 ye. Her roj hêjmara betalan zêde dibe. Li tirkiyeyê bi milyonan jin nikarin tev li kar bibin. Mixabin gelek jinên ku kar dikin û tev li xebatê dibin jî karê rojane û bi kedek erzan kar dikin. Ji ber vê yekê bi pêvajoya tenduristiyê yên ewil ji kar hatin dûrxistin û derxistin destûra bê heq jin in. Di vê pêvajoyê de betaliya jinan aşkere li per çavan e. Mixabin îqtîdar di vê pêvajoyê de jinan di malê de hepis dike û ji hemû mafê wê bêpar dike."     ÎQTÎDAR KEDA JINÊ BINPÊ DIKE   Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser kedxwariya jinê û wiha  pêde çû: "Yên ku herî zêde serî li alîkariya civakî didin jin in. Ji ber ku jin neçarî herî zêde serî li alikariya civakî bidin. Îqtîdar bi nerîna feraseta mêr û newekheviya zayendiya civakî keda jinê binpê dikin. Vîrûsa corona herî zêde li karkeran dixe. Herî zêde li jinê dixe. Herî zêde li penaberan dixe. Lê mixabin tu tedbîrên îqtîdarê ji bo penaberan  tune. Di 17'ê Nisanê de zagonek aboriyê di meclîsê re derbas bû. Lê navê kedkarên jin qet derbas nebû. Ev jî xuya dike ku navê jinê di pakêta aboriyê de tune ye. Di encamê de geşedanên heyî nişan dide ku îqtîdar êdî çiqas nikare welat bi rêve bibe. Îqtîdar li şûna kesên întîhar bike dike wekî serkeftinekê. Bi manîpulasyonan hişekî nû ava dike."     'EKÎPMAN DIŞÎNIN DYA LÊ NADIN XIZMETKARÊN TENDURISTIYÊ'   Başaran nêzikatiya hikumetê ya li hemberî xizmetkarên tenduristiyê jî rexne kir û got: "Xizmetkarên tenduristiyê weki hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî piranî ji jinan pêk tê. Lê li dijî xizmetkarên tenduristiyê jî nêzîkatiyek zayendperesti heye. Ekîpman nadin jinan. Yên ku ekîpman dişînin DYA, ekipmanan naşînin nexweşxaneyan. Rûpoş, lepik û dezenfektanan bi qasî tê xwestin naşînin nexweşxaneyan. Xizmetkar neçar in bi rojan bi yek rûpoşê derbas bikin. Dîsa jinên ducanî neçarin kar bikin. Xizmetkarên tenduristiyê bi tirs û fikara ku nexweşiyê bigînin malê dijîn. Negirtina tedbiran a ji bo xizmetkarên tenduistiyê nayê qebûlkirin. Wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî jin li gorî karê wekhev heqê wek hev nagirin. Di şertên bê tenduristî de kar dikin."    'EM Ê DI 1'Ê GULANÊ DE LI QADAN BIN'   Başaran, herî dawî bal kişand ser 1'ê Gulanê û wiha bi dawî kir: "Em jin dê di 1'ê Gulanê de ji bo karê wekhev û heqê wekhev dîsa bi dirûşmeya "bijî 1'ê Gulanê li qadan bin. Ji bo heqê wekhev ên li karkerî, fabrîqe û qemû qadan ên jinê em ê li qadan bin. Em ê li dijî kedxwarî, newekhevî û zayendperestiyê li qadan bin. Di vê pêvajoya vîrûsa corona de yên herî zêde dikevin bin bandorê jin in û penaberin.  Ger ku dewlet dewleta civakî be û mesafeyê nexwe nava xwe ya civakê, karkeran, jinan û penaberan dê li Tirkiyeyê pirsgirêka aborî û qeyrana aborî nemîne. Ji ber vê yekê divê îqtîdar êdî pişta xwe nede sermayedaran û daxwaz û vîna jinê, kedkaran, karkeran bibîne.  Em wekî jin ji bo li bedena xwe azadiya xwe û pêşeroja xwe xwedî derkevin em ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin. "