Asayişê girseya xwestin bimeşin Zînî Wertê asteng kir 2020-04-29 13:00:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku xwestin biçin, Zînî Wertê û li wir peyama xwe bigihînin hêzên pêşmerge yên PDK’ê û YNK’ê li gelek cihan hatin astengkirin.   Ji bo hêzên çûne Zînî Wertê bicihbûne û bûne sedema aloziyê ji herêmê vekişin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, biryarbû îro welatî, rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn, parlementer û siyasetmedarên ji parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareya Raperîn û Binarê Qendîlê berbi Zînî Wertê ve meşek girseyî lidar bixin. Girse xwest saet di 13.00’an de li bajaroka Serkepkan a ser bi Ranya kom bibin û meşekê li dar bixin. Ji ber vê welatiyên ji Dukan, Qeladizê, Hacî Awa, Silêmanî û Şarezûr di saetên sibehê de xwestin berbi Raperîn ve bikevin rê. Beşeke wan a zêde li ketina Ranya de ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin. Hewl tê dayîn ji bo destûr bê girtin, lê heya niha bersiveke erênî ji bo kesên çalakiyê rêxistin dikin, ne hatiye dayîn. Hewldan berdewame. Eger çalakî pêk neyê, wê girseya Silêmanî li Taslûce kom bibe, hem astengiyê şermezar bikin hem jî peyama ku diviyabû li Zînî Wertê bigihînin hêzên PDK, YNK û PKK’ê bixwînin. Lê welatiyên herêma Raperîn û beşek welatiyên ji bajarên din berê niha xwe gihandibû herêmê wê berbi Zînî Wertê ve bimeşin. Eger ew jî bên astengkirin wê daxuyaniya çapemeniyê bidin.