Parlamentera HDP’ê û parêzeran negirtin girtîgehê 2020-04-29 15:25:29   RIHA – Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û parêzerên li gel wê xwestin têkildarî binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê pê re rûbirû mane bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin lê daxwaza hat redkirin.   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û parêzer Metîn Ozbadem ê endamê Meclîsa HDP’ê û sê parêzerên rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Rihayê xwestin têkildarî binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê pê re rûbirû mane bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin lê ev daxwaza ji aliyê rêveberiyê hat redkirin. Leşkeran li ber girtîgehê bi mertalan barikat danîn û destûr nedan şande biçe hundirê girtîgehê.   SURUCU BERTEK NÎŞAN DA   Parlamenter Surucu bertek nîşanî astengkirinê da û got: “Me têkildarî binpêkirina mafên girtiyan agahî wergirtin. Me xwest em biçin bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk bînin. Lê daxwaza me red kirin. Em li muxatab digerin. Li girtîgehê çi diqewime? Em pêvajoyek girîng a koronayê de derbas dibin. Ev mertal çi ne? Çima hûn me nagirin hundir? Rojnameger, siyasetmedar û parêzer di zîndanê de ne. Girtî bi koronayê û mirinê re hevrû hatine hiştin. Darbestek ji girtîgehê derkeve berpirsiyariyê wê ev îqtîdar e.”