Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane 3 hezarî derbas kir 2020-04-29 19:42:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 89 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 81.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên şewba Covîd-19'yê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kir.    Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 89 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 936 kesên din jî bi şewbê ketine.    Bi van daneyên dawî re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 81 û hejmara kesên bi şewbê ketine bûye 117 hezar û 589.