Kurê girtiya 68 salî: Ka wekhevî, ka edalet û wijdan? 2020-04-30 09:15:35 WAN - Payiz Demîr a 68 salî di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye. Kurê wê Mûhlîs Demîr, got: "Tecawizkar, diz, kujer tên berdan, lê mirovên temenê wan di ser 65 salî re nayên berdan. Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?"  Bi qanûna înfazê ya nû re gelek eks hatin berdan, lê belê bi hezaran girtiyên siyasîî daxilî nav vê qanûnê nehatin kirin. Yek ji girtiyên siyasî jî Payiz Demîr a 68 salî ye û di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye.   Piştî Wezîrê Dadê Abdûlhamît Gul daxuyand ku li 4 girtîgehan 120 girtî û hikumxwar bi şewba coronayê ketine, fikarên xizmên girtiyan jî zêde bûnç Kurê Payizê Mûhlîs Demîr got: "Tecawizkar, diz, kujer tên berdan, lê mirovên temenê wan di ser 65 salî re nayên berdan. Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?"     6 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎN    Demîr, di sala 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin û di meha Kanûnê de tê berdan. Lê belê piştî Dadgeha Bilind 6 sal û 3 meh cezayê lê hatiye bîrîn qebûl dike di Adara 2019'an de dîsa tê girtin. Niha di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye. Her wiha gelek nexweşînên Demîrê jî hene.    KA WEKHEVÎ, EDALET Û WIJDAN?    Mûhlîs Demîr, got: "Diya min 68 salî ye. Nikare di girtîgehê de bimîne. Tim serê wê diêşe, madeya wê diêşe, lingên wê diêşn. Diviya ne di girtîgehê de bûna. Li welatê me şewbek heye. Lê tecawizkar, diz, kujer tên berdan, çima ên temenê wan di ser 65 salan re nayên berdan? Ka wekhevî, ka edalet û wijdan?"   Demîr, daxuyaniya Wezareta Dadê biibîr xist û got: "Ev yek fikarên me zêdetir kirin. Ji bo kesên di ser 65 salan re dibêjin di mal de bimînin. Lê diya min 68 salî ye. Em giş dizanin paqijiya li girtîgehan çawa ye. Loma em dixwazin di şexsê diya min de hemû kesên di ser 65 salî re bên berdan. Di rewşên wiha de divê wekhevî û edalet pêk bê û girtîgeh bên valakirin."