Parêzer Kûzû: Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye 2020-04-30 09:30:11 MÊRDÎN - Parêzerê Ugur Kaymaz û Mazlûm Tûran ê bi guleya polîsan hatin kuştin Erdal Kûzû, derbarê ciwanê Sûriyeyî Alî El Hemdanî yê bi guleya polis hat kuştin de, wiha got: “Delîl didin xuya kirin ku hatiye hedef girtin. Kuştina Hemdanî encama polîtîkayên necezakirinê ye.” Polîsê bi navê F.K. di 27'ê Nîsanê de li Navçeya Seyhan a Edeneyê bi îdîya li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye ji paşve gule berda dile ciwanê Sûriyeyî yê 18 salî Ali El Hemdan û kuşt. Dengvedana kuştina ciwanê Sûriyeyî Alî El Hemdanî dewam dike. Di çarçoveya Mafê Binpêkirina Jiyanê ya Weqfa Baran Tûrsûn, Madeya 16’emîn a Qanûna Peywir û Karbidestiya Polîs (PVSK) di 14’ê Hezîran 2007’an de hat guhertin. Ji roja ku guhertin hat kirin ve 403 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.   DI 5 SALAN DE, 218 KES BI GULEYA POLÎSAN MIRIN   Piştî rayeya bi karanîna çekan a polîsan di sala 2007’an de hat berfireh kirin, di 27’ê Adara 20015’an de qanîna tobe ya “Paketa Ewlekariya Hûndir” di Meclîsê de hat qebûlkirin. Bi vê paketê re ji bo PVSD’ê guhertinên nû hatin kirin. Bi vî awayekî rayeya polîsan a bi karanîn çekan hîn zêdetir berfireh bû. Di heman demê de, li gorî rapora Weqfa Baran Tûrsûn bi guhertina di 27’ê Adara 2015’an re li Tirkiyeyê 218 kes bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dane.   UGUR KAYMAZ, MAZLÛM TÛRAN Û ALÎ El HEMDAN   Polîs F.K. ku Alî El Hemdanî kuştin bi van gotina xwe parast: “Ez li du beziyam, ji xwe ez bi rojî bû. Ez şewişîm û li erdê ketim. Di wê kêliyê de dibe ku gule ber çek ketibe.” Li Tirkiyeyê, dema behsa zarokên bi guleyên polîsan hatin kuştin tên kirin, zarokê 13 salî Ûgûr Kaymaz û Mazlûm Tûran ê 16 salî tên bira mirovan. Di dosyeyên van zarokan de jî polîsan heman parastine kirine. Polîsên di dosyeya Ûgûr Kaymaz de cih digirin xwe bi gotinên “gule li me reşandin” parastibûn. Di doza Mazlûm Tûran de polîsan îdîa kiribûn ku “Guleya li erdê ket, pekiya û lê ket.” Di her du dozan de jî polîsan beraet kirin.   ‘ENCAMA POLÎTÎKAYÊN NE CEZAKIRINÊ YE’   Parêzerê dozên Kaymaz û Tûran Erdal Kûzû, kuştina Alî El Hemdan nirxand. Kûzû, bal kişand ser dosyayên Kaymaz û Tûran û wiha axivî: “Di dosyayên her duyan de jî delîl hebûn. Lê em bi polîtîk û pêkanînên ne cezakirinê re rû bi rû man. Li Tirkiyeyê karmenên ewlekariyê yên sûc dikin, bi polîtikayên ne cezakirinê tên parastin. Êdî hemû kes vê rastiyê dizane. Dewlet di dosyayên mîna yên Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol û Mazlûm Turan de, heman bertekên klasik nîşan dide. Ji ber ku kesên van sûcan dikin li ser navê dewletê dikin, dewlet jî ji bo ev sûcê wê dernekeve holê, sûcdaran ceza nake. Di rastiyê ji roja ku Dewleta Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin û heya roja îro ev rewş tê jiyîn. Em dikarin vê yekê di dosyayên kiryar nediyar û dosyayên înfazên bêdaraz de bibinin. Em dikarin di hemû dosyayên mafê jiyanê eleqedar dikin de bibînin. Bi awayekê pergalî vê polîtîkayê dewam dikin. Kuştina Alî El Hemdanî jî encama polîtîkayên necezakirinê ye.”   MA / Ahmet Kanbal