Stêrk TV ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê dike 2020-04-30 11:38:29   NAVENDA NÛÇYEAN - Rêveberiya  Weşana Stêrk TV daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo weşanek xweştir û bi qalîte, dê ji 1'ê Gulanê û şûnde li ser DVB-S2 weşanê bikin.    Rêveberiya  Weşana Stêrk TV diyar kir ku dê ji 1'ê Gulanê û şûnde dê li ser weşana peykê guherînekê çêkin. Rêveberiyê ji bo guhertina eyarên televîzyonan vîdeoyek parve kir û wiha got: "Temaşevanên Stêrk Tv. Ji 1'ê Gulanê û şûnde dê di weşana Peykê ya televîzyona me de guherînek çê bibe. Weşana televîzyona me ku heta niha li ser DVB-S bû, wê ji roja 1'ê Gulanê û pê ve li ser DVB-S2 weşanê bike. Hûn temaşevanên me ji bo karibin bi hêsanî me temaşe bikin, ayarên televîzyonên xwe li gorî vê vîdeoyê rast bikin." Rêveberiye vîdeo parve kir û xwest menûya satalayta xwe li gorî vîdeyê ku li şûna DVB-S êdî DVB-S2 ye eyar bikin.