KCD,DBP: Em bêjin Efûya Çakici baştir e 2020-04-30 15:16:52     AMED - KCD û DBP'ê, têkildarî zagona înfazê diyar kirin ku bi zagona înfazê dostê Bahçelî Alaatîn Çakivi û gelek kesên sûcên li dijî civakê kirine serbest hatin berdan. KCD û DBP'ê xwest li hemû girtîgehan testa Covît-19 bê kirin û got: "Ger ku li girtîgehan mirin çêbibe berpirsiyarê wê AKP û MHP ye."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî zagona înfazê, rewşa girtîgehan û Îmraliyê û polîtîkayên AKP-MHP'ê li hewşa KCD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê Musa Farusogulllari, daxuyanî xwend û wiha  got: "Bloka AKP û MHP'ê bi hevre zagona înfazê ku hêzên muhalif wekî “Efoya sergirtî" pênase kirin bi awayekî bê edalet di meclîsê re derbas kirin. Bi vê zagonê dostê sadiq ê Bahçelî û rêberê mafyayê Alaattin Çakici û wekî wî gelek kes hatin berdan. Zagona ku serokê Mafya Çakici û bi hezaran kesên zarar dan civakê serbest berda, ji bo civakê de adîl û ne wekheve. Ji ber vê yekê me ji vê zagonê re bêjin "EFÛYA ÇIKICI" wê di cih de be. Li aliyê din girtiyên nexweş, jin, rojnameger û kesên ji ber fikrên xwe hatine girtin nehatin berdan. Piştî şewba Covid-19 pêş ket, me xwest li girtîgehan debîr bên girtin. Lê bi qasî agahiyên gihiştine destê me li girtîgehan tedbîr nehatine girtin. Rûpoş, lepik û dezenfektan li girtiyan nayê belav kirin. Li gel nîşanê vîrûsê li ser hin girtiyan heye jî wan nabin nexweşxaneyan. Girtiyan terkî mirinê dikin. Heri dawî li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê, testa 55 girtiyan positif deketibû. Ev nîşan dide ku li girtîgehan tedbîr nehatiye girtin."    'DI SERÎ DE LI ÎMRALIYÊ Û HEMÛ GIRTÎGEHAN TESTA CORONA BIKIN'   Musa Farisogullari anî ziman ku wekî KCD û DBP'ê dixwazin di serî de li Girtîgeha Îmraliyê û hemû girtîgehan testa vîrûsa Corona bêkirin û wiha got: "Em dixwazin hemû girtiyên nexweş, kal û pîr bi lez serbest bêne berdan.  Em dixwazin heyeta ku di navde MED TUHAD-FED, ÎHD, TBB, TTB jî heye, bê avakirin û li hemû girtîgehan lêkolîn bike. Em carek din bang dikin. "Kesên 65 salî û mezintir, kal, pîr, zarok, jinên ducanî û dayikên tevî zarokên xwe girtî serbest berdin. Ger ku li girtîgehan girtî jiyana xwe ji dest bidin berpirsiyarê wê îqtîdara AKP-MHP'ê ye. Em dixwazin her kes vê yekê zanibe."   Farisogulllari, polîtikayên AKP-MHP'ê rexne kir û got: "Di vê pêvajoya ku cîrûs gefan li hemû cihanê dixwe, AKP û MHP' polîtîkayên keyfî, otoriter, berberî û dijminantiyê pêş dixe.  Bloka AKP-MHP'ê gelan tîne beranberî hev. Li Tirkiyeyê tu nexweşî û şewb bi qasî gefa nijadperestî û berberiyê ne talûke ye. Rêbazên çareseriya demokratîk û muzakereyî avêt aliyekî û xwe avêt hembêza zagonên mafyawarî û civak bi kaosek mezin re rû bi rû hişt. Her ku winda dikin êrîşî Kurdan dikin. Her ku êrîşî kurdan dikin bêtir winda dikin. Lê gelê Kurrd li vir e. Gelê Kurd hêj li ser xeta azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê ye. Em wekî muxalefeta demokratîk a gelê Kurd, hêj li ser xeta 2013'an in. Kes nikare me wekî kesên ji çareseriyê direvin pênase bike. Yên alîgirê şer, li ser her buhosta axa Kurdan, dijî gelê Kurd şer îlan dikin. Yên aligirên şer di pêvajoya  şewbê de jî girtiyên siyasî li dervê zagona înfazê hiştin û nijadperestiyê dikin. Qeyûm tayîn dikin. Şertê xelaskirina faşîzma AKP-MHP'ê divê cemaweriya demokratîk bibin yek û dest bidin hev."