HDP’iyên xwestin biçin Girtîgeha Şakranê hatin astengkirin 2020-04-30 16:02:35   ÎZMÎR - Şandeya HDP’ê ya xwest biçe Girtîgeha Sergirtî ya Şakranê û bi girtiyan re hevdîtinê bike, ji aliyê dozger û rêveberiya girtîgehê ve hat astengkirin. Rêveberiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, parlamenter Serpîl Kemalbay, Mûrat Çepnî û endamên Ege TUHAY-DER’ê çûn Girtîgeha Sergirtî ya Şakranê. Şandeyê xwest derbarê binpêkirinên mafên girtiyan de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bike. Rêveberiya girtîgehê hevdîtina şandeyê ret kir û got dozger ne li cihê xwe ye. BERPIRSIYAR WEZÎRÊ DADÊ YE Parlamenter Serpîl Kemalbay, li ber girtîgehê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Girtîgeh ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) dibin talûkeyek mezin dene. Bi pêşnûmeya înfazê hemû serokên mafyeyan, çete, tiryak firoş û tecawîzkar berdan. Bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de hiştin. Ger ji girtîgehan tabut derkevin berpirsiyar Wezareta Dadê û hikumete.”