Li Mêrdînê 1’ê Gulan pîroz kirin 2020-04-30 16:03:27 MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, 1’ê Gulanê pîroz kir û got: “Emê pergalekê civakî ya nû bi ked û zanistê ava bikin.” Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Platformê li ber avahiya KESK’ê kom bûn û pankarta “Yên hildiberînin emin, werin em li dijî pergala dikuje bibin yeke’ vekirin. Berî daxuyaniyê deqeyek rêzgirtina hat girtin. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.  Berdevkê KESK’ê Mehmet Emîn Ozel, daxuyanî da û wiha got: “Emê pergalekê civakî ya nû bi ked û zanistê ava bikin.”