ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-01 09:00:47   * Wê îsal jî bi sedhezaran kes ji Rihayê wekî karkerên demsalî bidin ser rêyan.Welatiyên ku wê îsal "destûra taybet" bigirin biçin, behsa zor û zehmetiyên û şert û mercên pê re rû bi rû dimînin kirin.    * Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, anî ziman ku bi êrîşa li Zînî Wertê û ambargoya li ser Mexmûrê tê xwestin ku kurd hev di bikujin û got: "Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye."    * Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, diyar kir ku heya erka bikaranîna çekê ya polîsan bidome wê mirin çêbibin û xwest qanûna heyî demildest bê betalkirin.    * Hevseroka Şaxa SES a Hatayê Meryem Avci, anî ziman ku divê testên xebatkarên tenduristiyê bi awayekî rêk û pêk bên kirin û got, haya wan jê tuneye ku ji bo penaberên li bajêr tu xebatek hatiye kirin an jî tê kirin.    * Li Girtîgeha Jina ya Bunyanê Merve Aydogan a bi nexweşîna çolyakê ketiye, Nazli Solgûn û Rojda Tokçû ji ber ku nîşaneyên vîrûsê bi wan re hebûne ji 22'yê Nîsanê ve di karantînayê de ne. Heya niha her sê girtî nehatine testkirin.    * Di serdema sêyem a qanûnçêkirinê de 346 fezleke hatin amadekirin. 320 fezleke jê yên parlamenterên HDP'ê ne û ev pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. Herî zêde derbarê Sezaî Temellî de fezleke hatin amadekirin.   * Xizmetkarê tenduristiyê Fevzî Sari yê bi şewba vîrûsa corona ket, dişar kir ku piştî bi şewbê ket 5 roj şûnde desta wî hat kirin û wiha got: "Li gel nîşaneyê şewbê hatin dîtin jî testa min 5 roj şûnde hatin kirin. Heta semptomên zêde xuya nekin test nayê kirin.