Weqfa Baran Tûrsûn: Erka 'berdanê' ya polîsan betal bikin 2020-05-01 09:01:19     ÎZMÎR - Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, diyar kir ku heya erka bikaranîna çekê ya polîsan bidome wê mirin çêbibin û xwest qanûna heyî demildest bê betalkirin.    Di sala 2007'an de Qanûna Wezîfe û Selahiyeta Polîsan (PVSK) hatibû guherandin û bi vê guherînê re erka bikaranîna çekê ya polîsan hatibû zêdekirin. Qurbaniyê ewil ê vê guherînê jî Baran Tûrsûn bû. Baran Tûrsûn, di 24'ê Mijdara 2007'an de li Îzmîrê gava bi wesayîta xwe diçû malê, bi hinceta ku guh nedaye îxtara "rawestandinê" ji hêla polîsan ve hatibû kuştin. Piştî vê cinayetê, malbata wî jî ji bo bûyer bê lêkolînkirin û careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin Weqfa Baran Tûrsûn ava kiribû.    QANÛNA HEYÎ LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E    Herî dawî di 27'ê Nîsanê de li Seyhana Edeneyê Alî El Hemdanê 18 salî bi hinceta guh nedaye îxtara "rawesstandinê" ji hêla polîsan ve hat kuştin. Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, bertek nîşanî vê yekê da û bal kişand ser erka ku bi qanûna ewlehiya navxweyî dane destê polîsan.    Tûrsûn, got: "Ev qanûn ne li gor mafên mirovan e. Ji ber ku ev qanûn mafê berdanê daye polîsan û mafê necazakirinê daye wan, em li dijî vê qanûnê derketin. Qanûneke ku zemîna bêcezatiyê amade kiriye û li dijî mafên mirovan e çêkirin."    YEK JI WAN JÎ NEHAT CEZAKIRIN    Tûrsûn, destnîşan kir ku qanûna navbirî mafê jiyanê bin pê dike û got: "Di qanûnê de têgehên wekî 'texdîra polîs' û 'pêşbîniya polîs' hene. Ev têgeh pir razber in. Heya ev xal di qanûnê de hebin wê mirin çêbibin û heya polîsa li dadgehan bêje 'ez li gor mafê xwe yê di qanûnê de tev geriyame, min karê xwe kiriye' wê qet neyên cezakirin."    403 KES HATIN KUŞTIN    Tûrsûm, diyar kir ku ji roja ku ev qanûn hatiye çêkirin heya niha 403 kes jiyana xwe ji dest dane û got: "Yek ji van kesan jî li dijî polîsan muqawemetî nekirine, bi awayekî neyînî tev negeriyane lê dîsa jî hatine kuştin. Diviya der barê wan de tenê li gor qanûna qebehetan tişt bihata kirin, lê bi fîşekên polîsan jiyana xwe ji dest dan."    Tûrsûn, anî ziman ku demildest divê ev qanûna navbirî bê betalkirin û got: "Wekî doza Baran Tûrsûn, doza Kemal Kûrkût wê polîsa bia wayekî aşkere, li ber çavan mirovan bikujin."    MA / Sevda Aydin