Ne dikare ji nava cihan rabe û ne jî dikare raze 2020-05-01 09:03:01   MÊRDÎN - Hevjînê girtiyê nexweş Abdulkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tekîrdagê dimîne Leyla Kûday, diyar kir ku hevjînê wê di hevdîtina telefonê de jê re gotiye, nikare ji nava cihan rabe û ji ber êşên dijîn nikare raze. Leyla Kûday, xwest hevjînê wê yê dibin talûkeya şewbê de ye bê berdan.   Malbata girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday (46) yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê dimîne, bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya di Meclîsê de hat qebûl û girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê hatin hiştin da û xwest xizmê wan ê dibin talûkeya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de bên berdan.   NIKARA JI NAVA NIVÎNAN RABE   Hevjînê Abdûlkadîr Kûday Leyla Kûday, diyar kir ku cezayê muebetê li hevjînê wê hatiye birîn û wiha axivî: “Hevjînê min 6 salin li girtîgeha Tekîrdagê tê girtin. Herî dawî, berî 4 mehan min hevjînê xwe dît. Lingê wî şikestibû. Ji ber ku lingê wî nehat dermankirin, hîna jî baş ne bûye. Nexweşiya Kezebê ya Obstrûktîf a Kronîk (KOAH) bi hevjînê min re heye. Dîsa nexweşiya ‘şemitîna piştê’ pere heye. Ji ber vê pişta wî pir diêşe. Berî vîrûsa koronayê, dê bihata emeliyat kirin. Lê ji ber vîrûsê nekarî emeliyat bibe. Di hevdîtina herî dawî ya me bi hevre kir de, got; ‘Ez nikarim ji nava cihan rabim. Bi dest pê kirina şewbê re ez nikarim dermanên xwe jî bigirim. Ji ber êşa canê xwe ez nikarim razim. Ligel vê jî min nabin revîrê.’ Wisan xuya dike ku rewşa tenduristiya hevjînê min ne başe.”   MA EV GIRTÎ WÊ BI ŞEWBÊ NEKEVIN?   Hevjîna Kûday, bal kişand ser talûkeya şewbê ya li girtîgehan û wiha got: “Bi taybetî em ji bo girtiyên nexweş pir bi fikarin. Ji ber vê şewbê em ditirsin ku tişt bi girtiyên me were. Dema telefon lê dixe, ez her tim bi tirs vedikim. Pêşnûmeya înfazê qet ne qanûnî bi edalete. Ji ber şewbê girtiyên edlî berdidin, lê girtiyên siyasî bernadin. Ma ev girtî wê bi şewbê nekin? Tu temîna vê yekê tuneye. Ev qanûnek bêheqe.”   SALEKE LAWÊ XWE NABÎNE   Dayika Kûday Sakîne Kuday a 72 salî jî, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha got: “Girtîgeh pir dûre. Ji ber vê nikarim biçim girtîgehê. Ev saleke min lawê xwe ne dîtiye. Tenê bi telefonê em bi hev re diaxivin. Ez her tim jê re dibêjim ‘ez başim.’ Lê ez çawan başim. Dilê min di girtîgehê deye û ez nikarim wî bibinim. Wisan bifikirin ku hûn salê carekê encex dikarin zarokên xwe bibîn in. Qatil, dizek, tiryak firoş û tecawîzkar berdan, lê kesên doza mafê xwe dikin bernedan. Ji ber vê dilê min dişewite.”