Nexweşê Şewbê vegot: Heta nîşane neyên dîtin test nayên kirin 2020-05-01 09:32:13   ENQERE - Xizmetkarê tenduristiyê Fevzî Sari yê bi şewba vîrûsa corona ket, diyar kir ku piştî bi şewbê ket 5 roj şûnde desta wî hat kirin û wiha got: "Li gel nîşaneyê şewbê hatin dîtin jî testa min 5 roj şûnde hatin kirin. Heta semptomên zêde xuya nekin test nayê kirin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya dawî ya vîrûsa corona ya 30'ê nîsanê aşkere kir. Duh jî 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. 2 hezar û 615 kesên din jî bi şewbê ketin. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174. Heta niha 120 hezar û 204 kes jî bi şewbê ketin. Li gorî daneyên Wezirê Tenduristiyê Fahrettin Koca 7 hezar û 428 xizmetkarên tenduristiyê bi  şewba vîrûsê ketine. Yek ji xizmetkarên tenduristiyê yen bi şewbê ket û baş bû Fevzî Sari yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe xizmeta nexweşan dike ye. Fevzi Sarı, diyar kir ku di 13'ê Nîsanê de testa wî posîtîf derket û wiha got: Niha rewşa bin baş dibe. Ez li malê bi destûr im.   5 ROJAN DI BEŞA VENÊRTINA ZÊDE DE MA   Sari diyar kir ku 5 rojan di beşa venêrtina zêde de hat razandin û wiha got: "Ez di 21'ê Nîsanê de derketim. Dema ez hatim dermankirin ewil tomografiya min kişandin. Piştre bi lez ez razandim. Ji ber rewşa min giran bû ez 5 rojan di beşa venêrtina zêde de mam. Ez naxwazin an 5 rojên li wê beşê bibîr bînim. Min qet bêhn nedistend. Ez bi tupê oksijenê ve girêdabûm. Piştî rewşa min baş bû ez rakirim serwîsê. Piştî 4 rojan li serwîsê mam ez şandim malê.    Li nexweşxaneya ku min lê kar dikir, ekîpmanên parastinê kêm bûn. Lê dîsa li gorî gelek nexweşxaneyên din em bi avantaj bûn. Lê heta ku semptom pêş nekevin test nayê kirin. Divê her kes di testê re bê derbas kirin. Ji ber ku ez nizanim vîrûs ji ku gihişt min. Piştî test min posîtîf derket, vîrûs di 3 zarokên min de jî derketin. Zarokên min jî birin nexweşxaneyê tedawî kirin. Niha ez û zarokên xwe li mal in. Em ê 14 rojan di îzolasyonê de bimînin. Em bi malbatî pir ketin bin bandora wê. Piştî 4'ê nîsanê dê dîsa test bikin. Dîsa piştî 72 saetan dê testek din bikin. Piştî ev test negatif derkevin ezê dest bi xebatên xwe yên asayî bikim."     MA / Zemo Ağgöz