Li Taksîmê mudaxaleyî çalakiya 1'ê Gulanê kirin: Çerkezoglu binçav kirin 2020-05-01 10:32:34   STENBOL - Sendîkayên karkeran xwest bi awayekî sembolîk li qada Taksimê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Polîsan mudaxale kir û Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek kesên din binçav kirin.    DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê biryar dan ku îsal ji ber şewba vîrûsa corona karker li cihên xwe yên kar, fabrîqe, kargerî, kolanên xwe û eywanên xwe 1'ê Gulanê Roja Karkeran pîroz bikin. Heyetek sendîkayan ku di navde Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî heye xwestin bi awayekî sembolîk kesên di sala 1977'an de li qada 1'ê Gulanê jiyana  xwe ji dest dane wan bibîr bînin. Heyetê xwest bi awayekî sembolîk li peş Bîrdariya Taksimê 1'ê Gulanê piroz bikin. Heyeta ku di navde nûnerên rêxistinên civakî jî hebû, li ber avahniya DİSK'ê ya Beşiktaşê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li gel dorpêça polîsan Seroka Giştîya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu û rêveberên sendîkayêyên girêdayî konfederasyonê çelenga 1'ê Gulanê hildan û ji avahiyê derketin. Lê polîsan rê li pêş Çerkezoglu û rêveberen sendîkayê girtin. Li gel astengiyan rêveberên sendîkayan xwestin bimeşin Taksimê. Li ser niqaşan polîsan mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek sendîkavan binçav kirin.    DÎSK'ê duh daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dê bi a wayekî sembolîk saet di 09.00’ê îro de li pêş Bîrdariya Taksimê bi awayekî sembolîk 1'ê Gulanê pîroz bikin.