3 kesên xwestin bimeşin Taksimê hatin binçavkirin 2020-05-01 10:49:22   STENBOL - Polîsan, 3 kesên xwestin bimeşin Taksimê û 1'ê Gulanê pîroz bikin binçav kirin.    Îsal ji ber hikûmetê bi hinceta vîrûsa corona qedexeya derketina kolanan îlan kir, çalakiyên 1'ê Gulanê jî hatin qedexekirin. 3 kesên ku ji bo 1'ê Gulanê pîroz bikin hatin qada Taksimê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 3 kesan li qada Osmanbey pankarta “Bijî 1'ê Gulanê" rakirin û dest bi meşê kirin. Gamze Nihal Îyidogan, Sena Şat û nûçegîhanê Onsoz TV Ekîn Su Aktaş, ji bo 1'ê Gulanê pîroz bikin piştî dest bi meşê kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.