CNN Turkê 3 rojnameger ji kar avêtin 2020-05-01 11:13:24   STENBOL - CNN Turkê ji ber şewba vîrûsa koronayê ketina avahiya navendê qedexe kiribû û li otoparka li ber avahiya televîzyonê ji bo xebatkaran konteyner danîbû. Ji 7 xebatkarên bertek nîşanî vê yekê dan û derxistibûn destûrê 3 jê ji kar hatin avêtin.   Midûrê Giştî yê CNN Turkê Mûrat Yanci piştî şewba vîrûsa koronayê, ketina avahiya televîzyonê qedexe kiribû û ji bo 7 nûçegihan û 9 kameravanan li otoparka li ber avahiya televîzyonê konteyner danîbû û di vir de dabûn xebitandin. Kanalê, li ser bertekan destûr ji bo rojnamegeran dabû û 3 rojnamegerên destûra wan qediya ji kar hatin avêtin.   Yek ji van rojnamegeran Cansel Kîraz e. Kîraz li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kir ku ew êdî di CNN Turkê de naxebite û dest ji xebatê berdaye.   Sendîkaya Xebatkarên Weşan û Çapxanê ya Çapemeniyê (Basin-Îş) derbarê vê rewşê de daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Koma Demîrorenê demek berê tazmîneta 45 kesan nedan wan û ji kar derxistin. Di van rojên şewbê de jî, xebatkarên bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne, di şert û mercên xirab de dide xebitandin. Nûçegihan û kameravanan di konteyniran de didin xebitandin. Yên ku ev rewş îtîraz kirin, bil ez û bez derxitin betlanê. Bi vî wayî xwe ji pere dayînê kesên derxistin destûrê jî xilas kirin. Dûre xebatkara zorî îstîfayê kirin. Ji xwe AKP li pişt wane, ne guh didin maf û ne jî guh didin hiqûqê.   Çawan ku Ozgur Denîz Kaya, Cansel Kirîz û Zeynep Tîmurlenk ji kar derxistin, wê rojnamegerên din jî wisan ji kar bavêjin. Em Koma Demîroren hişyar dikin. Ev bajar ne çewlika we ye. Ne ya we ye û ne jî ya kesekê dine. Çi dema ku roja wê hat emê ji we, ji kesên mîna Ahmet Hakan, Mûrat Yanci û Kûbîlay Gulbek ên îro tetîkkêşiya we dikin hesap bipirsin. Em ê yek bi yek dijminên kedkaran teşhîr bikin.”