Li Qada Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê 2020-05-01 11:32:42   STENBOL – Hemê rêyên ku dertên Qada Taksîmê ya ji ber 1’ê Gulanê di bin dorpêça polisan de ye, hatin girtin.    Ji ber vîrûsa koronayê hemû pîrozbahiyên girseyî yên ji bo 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê hatin betalkirin. Li gel qedexeyê jî rêxistinên kedê û pîşeyî û kedkar û karkeran xwest bi awayekî sembolîk li Qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin. Lê ji bo ku ev pîrozbahî pêk neyên polisan Qada Taksîmê kirine bin dorpêça xwe. Derdora qadê bi bariyerên ku beriya çend rojan hatibûn bicihkirin, bi tevahî hatiye girtin.  Derdora Bîrdariya Komarê ya li Qada Taksîmê jî cuda bi bariyeran hatiye girtin. Hemû rêyên ku ji Dolapdere, Şîşlî û Kabataşê dertên Taksîmê hatine girtin. Polis, li noqteyên ku li ser van hatine danîn, ji bilî peywirdarên fermî rojnamegeran pêştir nahilên ku tu kes derbasî qadê bibin.  Hat dîtin ku welatiyên ku li gel qedexeya derketine derve jî derketine derve û van rêyan bi kar tînin, ji aliyê polisan ve di Kontrolkirina Agahiyên Giştî (GBT) re tên derbaskirin. Cezayê pereyan li gelek kesan hat birîn û wan careke din şandin malên wan.  Hemû kuçeyên navberê yên dertên Kolana Îstîklalê jî bi bariyeran hatine girtin. Li ser Kolana Dolapdereyê jî TOMA û polisên çevîk hatine bicihkirin.