Qada Îstasyonê îsal vale ma 2020-05-01 14:14:53   AMED - Qada Îstasyonê ya Amedê ku her sal 1’ê Gulanê lê dihat pîrozkirin, îsal ji ber vîrûsa koronayê vale ma. Ligel ku îro betlaneya fermîbû jî, karker dîsa hatin xebitandin.   Qedexeya derketina kolanan a 3 rojan ya ji ber vîrûsa koronayê hat îlankirin îro dest pê kir. Piştî qedexeyê, hemû kolan, cade û bûlwarên Amedê vale man.   KARKER DI 1’Ê GULANÊ DE DIXEBITIN   Ligel qedexeya derketina kolanan, betlaneya fermî ya 1’ê Gulanê û taviya baranê ya serê sibê li bajêr dest pê kir, karmendên paqijiyê, firin, market û şaredariyê hatin xebitandin.   QADA ÎSTASYONÊ VALE MA   Qada Îstasyonê ya Amedê ku her sal 1’ê Gulanê lê dihat pîrozkirin îsal ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) vale ma. Di qada vale mayî de tenê nuqteyên polîsan hene.