Li Mexmûrê pîrozbahiya 1'ê Gulanê 2020-05-01 14:32:40   MEXMÛR - Saziya Karkan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê pîroz kir.     Saziya Karkerên Memxûrê bi munasebeta 1'ê Gulanê daxuyanî dan û 1'ê Gulanê pîroz kir. Nûnerên saziyan li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji bo kesên di têkoşerên azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Posterê Rêberê PKK' ê Abdullah Ocalan, wêneyê Haqî Qerar, Deniz Gêzmiş û pankartên li ser "Bijî 1'ê Gulanê" û "Hevgirtina karkeran hevgirtina civakê ye" nivîsî bûn hildan. Endama Komîteya Karkeran Xelat Gokalp daxuyanî da. Xelat Gokalp di daxuyaniyê de anî ziman ku her mirovek berhemê keda xwe ye û wiha  got: "Jiyan û hemu heyînên ku hatine afirandin berhemê ked û xwêdana mirovan e. Ji ber vê yekê ked bi qasî jiyanê pîroz e. Di heman demê de ked vîna mirovan e ango parastin û li keda xwe xwedî derketin e. Vîna xwe parastin û lê xwedî derketin e. Şer û dagirkeriya yekem ya dîrokê li ser keda mirovan pêk hatiye. Şaman û exitiyarên qurnaz çav berdan ked û berhemên civaka xwezayî yên jin dayikê. Loma şer, dagirkerî, talana xwezayê, dizî û komkujî li ser mirovan û lawiran hatin pêkanîn û ev rewş heta roja meya îro jî berdewam e. Weke berdewamiya şaristaniya koledar îro jî modernîteya kapîtalîst heman rê û risteyê berdewam dike. Weke tê zanîn bi taybet jî di sedsala 21’ an de pergala modernîteya kapîtalîst di dagirkirin û mijandina ked û berhemên civakê de gihiştiye lutkeya herî jor."    PERGALA KAPÎTALÎST BERHEM Û NIRXÊN MIROVAHIYÊ KIRIYE AMÛRÊ BAZIRGANIYÊ    Xelat Gokalp anî ziman ku pergala kapîtalîst destdirêjahiya tevahî nirxên civakê kiriye û ev nirx û berhemên bi hezaran salan kirine amûrên kirîn û firotinê û wiha berdewam kir: "Di her cure mêtîngeriyê û dagirkirinê de bi awayekî bê ser û ber û ji derveyî exlaqî feraseta kapîtalîst di bunyeya civakê de bûye weke nexweşiyek vîrusê. Bê guman di serî de jin, ciwan, xizan û hema bêje tevahî hêmanên sereke yên civakê dibin qurbanê feraseta pergala kapîtalîst ya dermirovî û dercivakî. Hêmanên civakê yên herî zêde bûne qurbanê vê pergala derexlaqî jî kedkar û karker in. Ji bo kar û destkeftina herî zêde pergala kapîtalîst roj bi roj, kêlî bi kêlî ked û xwêdana kedkar û karkeran dimêje û dagirdike. Di cîhanek ewqas bi bereket û dewlemend de komek biçuk patron û komprodorên xwedî sermaye dibin sedem ku bi milyonan mirov ji birçîbunê werin ber sînorê mirinê. Îro di tevayî  cîhanê de pirsgirêka xîzanî û birçîbûnê weke trajediyek mirovahiyê rû dide. Di sala 2020’an de ku cîhan bi vîrusekî re rû bi rû ye, civak ji bêderfetiyan rojên giran derbas dikin de car din em dibînin ku yên ku herî zêde ji vê rewşê bi bandor dibin qismê karker in, ji bo ku nikarin kar bikin rewşa kes û malbatan her ku diçe xirab dibe, bêkariya li seranserî cîhanê her ku diçe mezin dibe bi taybet li Tirkiyeyê û hinek welatên din bûye sedem ku bi dehan kes xwe bi malbata xwe re intîhar bikin. Ev jî rewşa di qada kedê de ya li hemû welatan radixe ber çavan."    'YEKGIRTINA KARKERAN MERCÊ DESTJÊNEGER E'    Xelat Gokalp, herî dawî destnîşan kir ku ew jî weke karkerên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li her deverê li hember bê mafî û kedxwariyê têkoşînkirin û berxwedayînê weke rêgeza yekem ya jiyanê dibînin û wiha bi dawî kir: "Bi vê ferasetê di 1’ ê Gulanê de dadikevin qadan. Di vê oxirê de li seranserî cîhanê bi hezaran şehîdên kedê hatine dayîn û hîne jî bi rojane ji ber ne ewlehiya cihên kar bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin. Ji bo bi dawîanîna li van hemû kiryarên pergala desthilatdar yekgirtina karkeran mercê destjêneger e.  Bi boneya 1’ ê Gulanê em cejna karkeran di serî de li hemu şehîdên kedê, karkerên cîhanê û bi taybet avakerê Partiya Karkerên Kurdistanê Rêber Apo pîroz dikin. Bi hêviya 1’ ê Gulanê bibe roja azadiya hemû gelên bindest em car din vê cejnê pîroz dikin. Daxuyanî bi van dirûşman bi dawî bû "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Karkera"n, "Bijî 1' ê Gulanê"