Hejmara kesên ji ber Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 258 2020-05-01 19:37:39     NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de ji ber vîrûsa coronayê 84 kesên in jî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 258 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 122 hezar û 392.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. Li gor tabliya dawî ya Wezîr Koca parve kir, di 24 saetên dawî de 84 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 188 kesên din jî bi şewbê ketine.   Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 258 û hejmara kesên bi şewba coronayê ketine jî bû 122 hezar û 392.