Di şaneşîn û paceyan de pîrozbahiya 1'ê Gulanê 2020-05-01 21:44:05       NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber qedexeya derketina derve 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li malan bi oşeke mezin tê pîrozkirin.    Piştî bangawaziya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) ku bang kiribûn wê îsal ji ber qedexeya derketina derve 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li malê pîroz bikin, 1'ê Gulanê di pace û şaneşînên malan de bi çepik, tilîlî û sirûdan tê pîrozkirin.    Di dîmenên ku bi etîketa #21deBalkonlardayız li ser medyaya civakiyî tên parvekirin de li hemû taxan 1'ê Gulanê bi sirûd û dirûlmeyan tê pîrozkirin.    AMED   Li navçeyên navendî yên Amedê; Yenîşehîr, Sûr, Rezan û Peyasê welatî di pace û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê bi berzkirina dirûşmeyan û vêxistin-tefandina ronahiyan pîroz kirin. Her wiha welatiyan di dema pîrozbahiyê de fîkandin, stran û sirûd jî gotin.    Li navçeya Peyasê welatî li şaneşînên malên xwe bi berzkirina dirûşme û vêxistin-tefandina ronahiyan 1'ê Gulanê pîroz kirin. Her wiha karkerên firinên vekirî jî daketin kolana û bi fîkandinê piştgiriya çalakiyê kirin. Her wiha di dema pîrozbahiyê de ambulanseke ku dir êde diçû jî qederekê li qorneyê xist.    Li semta Ofîsê jî welatiyan bi fîşekên hewayî 1'ê Gulanê pîroz kirin.    ÇÛKÛROVA   Li Edene, Mêrsîn, Hatay û Antalyayê piştî banga li malê pîrozbahiya 1'ê Gulanê, welatî saet di 9'ê êvarî de li pace û şaneşînên malên xwe 1'ê Gulanê bi çepik, fîkandin û sirûdan pîroz kir. Her wiha jin welatiyan jî pankarta li ser "Bijî Yekê Gulanê" nivîsandî daliqandin. Di dema pîrozbahiyê de welatiyan sirûd lêdan û ronahiyên xwe yên malê pêxistin û tefandin.    Hin welatiyan jî li keman û tembûrê dan û hinan jê jî bi fîşekên hewayî 1'ê Glanê pîroz kirin. Li navçeya Antakya ya Hatayê jî çendî ku qedexeya derketina derve heye jî hin endamên Mala Gel daketin kuçeyê û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî şoreş, bijî sosyalîzm, bijî Yekê Gulanê" meşiyan.    EGE   Li Îzmîrê jî kesên di nav rojê de li cihên xwe yên kar 1'ê Gulanê pîroz kirin, êvarê jî pîrozbahiya xwe li şaneşînên malên xwe domandin.    Li navçeyên Îzmîrê; Bûcak, Konak, Narlidere, Goztepe, Balçova û gelek navçe û taxên din 1'ê Gulanê hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên ku bi çepik û fîkandinê destpêkirin, bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Yekê Gulanê" dewam kirin. Her wiha welatiyan bi vêxistin-tefandina ronahiyan jî 1'ê Gulanê pîroz kirin û rêvebirên Mala Gel ên Îzmîrê jî bi megafonan li kuçeyan dirûşme berz kirin. Her wiha hin welatiyan jî li şaneşînên xwe sirûd lêxistin.    LiManîsa, Aydin, Mûgla, Denîzlî û Balikesîrê jî welatiyan li şaneşînên malên xwe bi çepik, fîkandin û sirûdan 1'ê Gulanê pîroz kirin.