Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstok û pirtûkan 2020-05-02 09:02:03   STENBOL - Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê, ji bo zarokên ku ji ber qedexeya derketina derve nikarin derkevin derve kampanyaya pirtûk û pêlîstokan da destpêkirin.    Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê ku alîkariya welatiyên di ser 65 salan ên ji ber qedexeya derketina derve nikarin derkevin derve dike, vê carê jî ji bo zarokên ku ji ber qedexeya seba şewba coronayê hatiye îlankirin nikarin ji malê derkevin kampanyaya pêlîstok û pirtûkan da destpêkirin. Tevnê di 20 Nîsanê de bi dirûşmeya "Zarokên me pirtûk û pêlîstokên xwe parve dikin" kampanya daye destpêkirin û pêlîstok û pirtûkên di çarçoveya kampanyayê de tên berhevkirin digihînin zarokên pêdiviya wan pê hene.    Her wiha malbata jî dikarin pêlîstookên li cem xwe bibin deynin Navenda Çandê ya Zekî Gokerê.    Endamê Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê Rahîm Boz, anî ziman ku pêlîstokên ku ji kesên dilxwaz digirin dişînin ji malbatên ku pêdiviya wan pê heye û got, eleqeyeke zêde ji bo kampanyayê heye.    Boz, anî ziman ku xwestine bi vê kampanyayê alîkariya zarokên ku nikarin ji mal derkevin û ji hêla derûnî ve bandor ji vê qedexeyê girtine bikin û got: "Wê ev kampanya li hemû qadên jiyanê bê belavkirin. Em ê bi vê kampnayayê xw ebigihînin nêzî 50 heb zarokî."    Boz, diyar kir ku gelek kesên dixwazin pêlîstokan parve bikin xwe gihandine wan û got: "Te dît zarok wisa bi rihetî pêlîstokên xwe bi kesî re parve nakin. Lê di vê pêvajoyê de, ev eleqeya tê nîşandan hêviya me ya ji bo pêşerojê xurtir kiriye."    Herî dawî Boz got: "Li kuderê tevnên alîkariyê hebin em piştgiriya wan bikin. Çimkî armanca me, em dakevin kuçeyan. Her wiha ev yek ji bo pêwendîdanîna gel a piştî pandemiyê jî ir girîng e."