Şenoglû: Jiyana azad a gelan bi azadî û yekîtiya kurdan pêkan e 2020-05-02 09:03:11   STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê, peyama wî ya ji bo yekîtiya kurdan nirxand û got: "Rêya jiyaneke azad û pevre ya hemû gelan, bi azadiya kurdan pêkan e."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî 21 salan cara ewil di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axifî. Ocalan di hevdîtina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurdan û her wiha peymana 10 xalî ya ku di sala 1982'yan de bi Îdrîs Barzanî re îmze kiribûn bibîr xist û got, pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye û divê kurd baş zanbin heger yekîtî çênebe wê tu kes ji bo kurdan tiştekî neke û bila kurd baweriya xwe bi kesî neynin û di nav kurdan de rijandina xwînê bi tu awayî nayê qebûlkirin.   Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû peyamên Ocalan nirxandin.   Şenoglû, anî ziman ku li erdnîgariya kurdan bi salan e polîtîkayên ji bo guherandina demografiyê pêk tên û got, sedema sereke ya gelek qewimînên li Rojhilata Navîn guherandina ji bo guherandina demografiyê ye.   Şenoglû, destnîşan kir ku ev polîtîkayên bi salan e didomin di dema îqtidara AKP'ê de berfirehtir bûne û bal kişand ser operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û ambargoya nêzî 10 meh in li ser Kampa Mexmûrê pêk tê.   Şenoglû, anî ziman ku divê ev polîtîkayên ji bo guherandina demografiyê bi awayekî pir dorfirehî bên nirxandin û got: "Tenê xwe nasipêre berjewendiyeke aborî û eskerî. Ev polîtîka tekparêziyê û nîjadperestiy jî di xwe d edihewînin û polîtîkayine ku kurdan nahsibînin. Bi van polîtîkayan tê xwestin gel pev bikevin û bibin dijminê hev du."   TEVKARIYA TIRKIYE Û BAŞÛR   Şenoglû, anî ziman ku qewimînên dawî yên li Herêma Kurdistana Federe jî girêdayî polîtîkayên guherandina demografiyê ne û got, hêzên serdest dixwazin bi rêbaza "birakujiyê" kurdan bera hev bidin. Şenoglû, diyar kir ku di warê yekîtiya neteweyî de gavine pir cidî tên avêtin, lê belê çendî ku Mesûd Barzanî gotibû "Qethiyen wê careke din di nav kurdan de birakujî çênebe" lê dîsa rageşî zêde bûye. Şenoglû, got: "Lê em dibînin ku kur û xizmên Barzanî yên di Rêveberiya Kurdistana Federe de, van polîtîkayan pêk tînin. Gava vê dikin jî bi Tirkiyeyê re tevkariyê dikin. Lê kurdan ji roja ewil de anî ziman ku ev polîtîka ne ji bo berjewendiya kurda ye."   Şenoglû, diyar kir ku PDK şewb kiriye hincet û hêzên pêşmergeyî li Zînî Wertê bi cih kirine û ev yek bûye sedema zêdebûna rageşiyê û got: "Ji hêla ehlaqî û polîtîk ve tu îzahiyateke vê yekê tuneye. Berjewendiyên xwe yên eşîretî diparêzin. Li gor berwejendiyên xwe yên neteweî û aborî yên berteng tev digerin. Li cem hêza xweser a gelê xwe cih nagirin, diçin li cem hêzên paşverû û emperyalîst tev digerin. Xetereya şewbê hinceteke pir komîk e."   ‘OCALAN TALÛKEYÊ DIBÎNE'   Şenoglû, anî ziman ku Ocalan van qewimîn û geşedanan û xetereya ku dê rû bide dibîne. Şenoglû, got: "Birêz Ocalan hem talûkeyê dibîne, hem jî li dijî vê talûkeyê çareseriyê pêşkeş dike. Ocalan, dibêje li Rojhilata Navîn tişta ku dê pêşiya aştî, demokrasî û azadiyê vebike bi yekîtiya kurdan pêkan e. Ji bo vê jî îşaret bi yekîtiya kurdan dike. Her wiha bal dikişîne ser peymana 10 xalî ku di sala 1982'yan de bi Îdrîs Barzanî re îmze kiribûn ku ev peyman ji bo astengkirina birakujiyê û ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî hatibû îmzekirin."   YEKÎTIYA KURDAN   Şenoglû, got: "Çimkî dîrok ji bo demokrasî, ji bo azadiyan nîşanî me dide ku heger li erdnîgariya Rojhilata Navîn pêşketinek çêbibe ew jî bi yekîtiya kurdan pêkan e. Ji xwe sedema sereke ya rûxandina li erdnîgariya kurdan, ji be rnebûna yekîtiya kurdan e. Hêzên emperyalîst jî bi vî awayî polîtîkayên xwe pêk tînin. Ocalan, baş dibîne ku heger hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn projeyên xwe pêk bînin wê kurd bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin. Ji xwe di hevdîtinên xwe yên berê de jî ev yek gotibû. Ji bo kurd karibin van polîtîkayan berteref bikin divê yekîtiya xwe çêbikin. Ocalan, bal dikişîne ser vê yekê û loma îşaret bi yekîtiya kurdan dike û wan hişyar dike."   FIKRÊN OCALAN   Şenoglû, destnîşan kir ku tişta sereke ew e ku li derve fikrên Ocalan bibin hêzeke û got: "Tekane rêya jiyaneke azad ya hemû gelan, bi yekîtiya kurdan pêkan e." Şenoglû, anî ziman ku 'jiyana nû' û 'xeta sêyemîn' ku Ocalan bal dikişîne ser wan ev bi xwe ye ûg ot: "Pirsgirêka gelan ancax bi yekîtiya gelan dikare hel bibe. Ev yek li Rojava berbiçav bû. Kurd, ereb, ermenî, suryanî, çerkez yanî gelan bi vîna xwe statuya xwe ya azad ava kirin. Mesele ew e ku ev çareserî li seranserê Rojhilata Navîn belav bibe. Em HDK jî hewl didin ku ji bo yekîtî û azadiya gelan mîsyona xwe bi cih bînin."   MA / Nacî Kaya