‘Azadiya çapemeniyê nîne, ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin’ 2020-05-02 11:23:29     AMED – Sibe 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire. Nûnerên rêxistinên pîşeyî, diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran kirin.   Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993’yan de biryar da ku 3’yê Gulanê weke Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bê pîroz kirin. Lê rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran, ji bo vê rojê gotin ku li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê, zextên pir mezin li ser rojnamegeran hene. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire û ji 100 rojnamegerî zêdetir girtî hene. Ji ber vê li Tirkiyeyê rojan 3’yê Gulanê zêde tu wateyekê xwe tuneye. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan û Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral, bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bal kişandin ser rewş û pirsgirêkên çapemeniyê.   TIRKIYA DI RÊZA 154’EMÎN DE YE   Berdevka MKGP’ê Ayşe Guney, diyar kir ku wan platforma xwe di 3’yê Gulana 2017’an de avakirin û wiha axivî: “Ji ber vê ev roj ji bo me pir girîng e. Ligel hemû êrîşên desthilatdariyê jî, kevneşopiya çapemeniya azad heye. Pêşengtiya vê jî çapemeniya kurd dike. Li Tirkiyeyê em nikarin behsa azadiyê bikin. Lê ji bo pêşxistina azadiyê têkoşînek mezin heye. Pîvana herî sereke ya çapemeniya azad, ligel hemû polîtîkayên zext û tundiyê jî, agahiyên rast ji gel re ragihandine. Ji ber vê girtin û binçavkirin tu carî bi ser nakevin. Di warê azadiya çapemeniyê de, Tirkiye niha di nava 180 welatan de di rêza 154’emîn de cih digire. Desthilatdarî dixwaze ku rojnamegerên kole pêş bixe. Lê kevneşopiyeke çapemeniya azad a li dijî vê têdikoşe heye.   JI KUŞTINÊ XIRABTIR KIRIN   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî, bal kişand ser zextên li ser çapemeniya azad zêde bûne û wiha got: “Bi girtin, binçavkirin û zextan dixwazin çapemeniya azad teslîm bigirin. Desthilatdarî bi vê dixwaze medya alîgir a tekparêz ava bike. Di salên dawî de pir zext li çapemeniyê hatin kirin. Di tu pêvajoyê de evqas zext li çapemeniyê nehatibû kirin. Berê rojnameger dikuştin, niha jî ji kuştinê xirabtir li rojnamegeran dikin. Agahî û nûçeyek herî biçûk ên rojnamegeran jî dixin mijara lêpirsin, binçavkirin û girtinê. Niha dixwazin qanûnek nû derbixin. Di rojevê deye. Difikirin ku bînin Meclîsê. Dengên dijber naxwazin. Dixwazin dengê gel qût bikin. Tehemula wan ji dengek kêm re jî tuneye.”   Altan, da zanîn ku rojnamegerên kurd di vê pêjoyê de pirsgirêkên cîdî jiyan û wiha bilêv kir: “Em bi rewşeke rejîma OHAL’ê re rû bi rû ne. Yek ji pîvana me ya sereke agahiyên rast ji gel re ragihandine. Lê desthilatdarî me asteng dike û ji bo rastî dernekeve holê êrîşî rojnamegeran dike. Di rastiyê de, ligel hemû zextan jî çapemeniya azad berxwedana xwe dewam dike. Divê bê zanîn ku çapemeniya azad, di her şert û mercî de bingeha azadiyê ye.”   JI KAR DERXISTIN   Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî, dest nîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê azadiya çapemeniyê tune kiriye û wiha axivî: “Desthilatdarî bi tu awayî tehemûlê nivîsandina rastiyan nake. Dosyayên di destên xwe digire, her tim weke şûrê demokrasiyê li dijî rojnamegeran bi kar tîne. Van dosyeyan dike doz û hewl dide tirsê ava bike. Di vê demê de ji kar derxistin pir zêde bûye. Qiyameta ku AKP’ê dest pê kiriye, patron dewam dikin. Rojnameya Cumhuriyet, Medya Demîroren û saziyên din ên çapemeniyê bi awayekê girseyî mirovan ji kar davêjîn. Herî dawî CNN Turkê hempişeyên me ji kar avêtin. Di pêvajoya heyî de hempîşeyên me yan ji kar tên avêtin, yan jî neçar dimînin ku koçî derveyî welat bikin.”   PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN OTOSANSURE   Oral, da zanîn ku pirsgirêka herî zêde rojnameger dijî oto sansure û wiha got: “Ji ber gefên desthilatdarî û patronan, rojnameger nikarin xwe ji qeyd û bendên xwe yên difikirin xilas bikin. Hewl tê dayîn ku pergalek paşvero ava bikin. Em jî li dijî vê têkoşîna xwe dewam dikin. Bi boneya vê rojê em dixwazin rojnamegerên girtî bên berdan.”   MA / Fethî Balaman