7 carin êrîşî heman gorê dikin 2020-05-02 14:50:00   COLEMÊRG – Goristana li taxa Ormanê ya Geverê cara 7’emîn hat xerakirin. Dîwarê ku li derdora goristanê hatibû lêkirin, hat hilweşandin û gulên li ser goran û kêlêkên goran hatin qurmiçandin.    Goristana li taxa Ormanê ya Geverê ya Colemêrgê, ji 13’ê adara 2016’an ve ku qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 79 rojan berdewam kiribû, cara 7’emîn hat xerakirin. Li dijî goristana ku cenazeyê Suleyman Aksû yê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê mirovên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê veşartî ne, duh di saetên şevê de ji aliyê “kesên nasnameya wan nediyar” ve êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de dîwarê ku li derdora goristanê hatibû lêkirin, hatiye hilweşandin û gulên li ser goran û kêlêkên goran ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser wan nivîsandîne hatin perçekirin. Nêzî goristana ku hatiye xerakirin qereqol heye.    ŞAHIDAN GOTIBÛ ‘POLIS’ E   Beriya niha jî li dijî goristanê êrîş pêk hatibûn. Şahidên êrîşa 6’emîn a di 26’ê nîsana 2019’an de pêk hatibû, gotibûn ku polis bi 4 maşîneyên zirxî û kemçeyekî hatine goristanê û xesar dane goran. Şahidan, destnîşan kiribû ku polis nêzî 4 saetan li goristanê mane û berbanga sibê bi heqaretan hemû goristanê xera kirine.