Dede: Kê çima êrîşî gorê kirin? 2020-05-02 17:24:32   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede û Hevserokê HDP'ê yê Geverê Abdulkerim Akdogan, berter nîşanî êrîşa li dijî goristana Taxa Ormanê ya Geverê dan û xwestin êrîşkar bên ronîkirin.    Goristana li Taxa Ormanê ya Navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji 13’ê adara 2016’an heta niha 7’an rastî êrîşan hat. Li dijî goristana ku cenazeyê Suleyman Aksû yê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê mirovên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane lê veşartî ne, duh di saetên şevê de ji aliyê “kesên nasnameya wan nediyar” ve rastî êrîşan hat. Di encama êrîşê de dîwarê ku li derdora goristanê hatibû lêkirin, hatiye hilweşandin û gulên li ser goran û kêlêkên goran ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser wan nivîsandîne hatin perçekirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Abdulkerim Akdogan, bertek nîşanî êrîşa li dijî Goristana Orman dan û pirsa êrîşkar kîne û çima êrîş kirine kir?" Gor û goristan heta niha 7 caran rastî êrîşê hat. Dede, bal kişand ser êrîşên li dijî gorên herêmê û wiha got: "Tu kes nikare îzahata vê yekê bike. Çi ji mirovê jiyana xwe ji dest dane dixwazin? Nahêlin hestiyên Kurdan jî rehet di gorê de bistirin. Hêj çend roj berê hestiyê dayikekê bi PTT'ê şandin. Dixwazin li dijî vê yekê gel bêdeng bimîne. Divê walî û qeymeqamên bajar û navçeyê vê yekê aşkere bikin ronî bikin."    Hevserokê HDP'ê yê Geverê Abdulkerim Akdogan jî got "Şerm e fedî ye. Hûn nikarin bi van politikayan Kurdan bêdeng bikin. Dest ji van polîtîkayên qirêj berdin. Dest ji van politîkayên qirêj berdin."