Li Bedlisê şer derket: 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan 2020-05-03 08:14:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Sehî ya Bedlisê di navbera esker û endamên HPG'ê de şer derket. Di şer de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan û 4 esker birîndar bûn.    Wezareta Karên Hundir daxuyanî da û diyar kir ku li Bedlisê şer derketiye. Wezaretê anî ziman ku di navbera eskerên TSK'ê û HPG'ê de şer derketiye û di şer de 2 eskeran jiyana xwe ji dest dane û 4 esker jî birîndar bûne. Wezaretê anî ziman ku li herêmê operasyon didome.