Av. Îlkîz: Navê vê yekê mewzûata panîkê ye 2020-05-03 09:01:16   STENBOL - Parêzer Fîkret Îlkîz qanûna înfazê ya nû wekî "mewzûata panîkê" pênase kir û got: "Wê di pêşerojê de ji bo Tirkiyeyê bibe cihê pirsgirêkên mezin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan wê cardin mewzûat bê nûkirin."    Qanûna înfazê ya nû ku ji hêla AKP û MHP'ê ve hat amadekirin û girtiyên siyasî daxilî nav nehatin kirin di 15'ê Nîsanê de hat qebûlkirin. Kesên ji ber dizî, cinayet, xesp, sûcên organîzeyî û tecawizê hatibûn girtin hatin berdan û hin ji van kesan çawa hatin berdan dîsa sûc kirin.    ‘MEWZÛATA PANÎKÊ'    Parêzer Fîkret Îlkîz qanûna înfazê ya nû nirxand. Îlkîz, anî ziman ku "rêgeza wekheviyê" ku di Qanûna Jimare 5275'an de wekî rêgezeke sereke hatiye qebûlkirin, di qanûna nû de pêk nehatiye. Îlkîz, diyar kir ku li gor vê rêgezê divê bêyî ku cihêkarî bê kirin qanûn ji bo her kesî wekî hev pêk bê, lê belê di qanûna nû de ev hatiye binpêkirin û wê di pêşerojê de bbe sedema binpêkirinên mafan ên mezin.   Îlkîz, got: "Wê ev qanûn ji bo Tirkiyeyê bibe sedema pirsgirêkine gelekî mezin. Mesela, dibe ku sûc û ceza zêdetir bibin. Ji pirsgirêkên ku derkevin holê ev yek jê ye. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin wê ji mecbûrî dîsa mewzûat bê nûkirin. Di hiqûqa cezayî de navê vê yekê jî mewzûata panîkê ye. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê felsefeya hiqûqa cezayî tuneye."    POLÎTÎKAYA SÛC Û CEZA    Îlkîz, diyar kir ku divê her îqtidareke siyasî polîtîkayeke xwe ya sûc û ceza hebe, lê belê divê armanca van polîtîkayan jş mirov bin. Îlkîz, destnîşan kir ku çareya herî dawî ya ku serî lê bê dayîn divê hiqûqa cezayî be û got: "Lê heger hûn rabin bikin çareya ku ewil serî lê bê dayîn, wê bibe sedema cihêkariyan."    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn jî, anî ziman ku gava li sûcên ku kesên hatine berdan mêze dikin hemû ji ber dizî, nelirêtî, birîndarkirin hwd. hatine girtin.    BIKARANÎNA SÛCDARAN   Keskîn, anî ziman ku ev yek bi xwe re fikara ku dê dewlet van sûcdaran bi kar bîne çêkiriye û meseleyeke din ku divê bê nîqaşkirin jî ew e ku bi destê dewletê şidet tê rewakirin. Keskîn ji bo vê jî bal kişand ser axaftina Wezîrê Karên Navxweyî ku gotibû 'Min ferman da, gava hûn wî zevt bikin perçe perçe bikin.' Keskîn, diyar kir ku herî zêde jî wê jin û zarok zzirarê ji vê şideta ku tê rewakirin bibînin.    Keskîn, anî ziman ku ji bo girtiyên siyasî ji xwe tim û tim rejîmeke înfazê ya newekehve heye û bal kişand ser kêmkirina cezayên girtiyên edlî û yên siyasî ku di qanûna înfazê ya nû de cih girtine. Keskîn, destnîşan kir ku Tirkiye îmze daniye bin hin peymanên navnetewyeî û di wan peymanan de gotiye ew ê qet bia wayekî newekhev tev negere, lê belê ya ku di qanûna înfaz ya nû de kiriye newekheviyeke dijî qanûnê ye.    JI BO OCALAN SÛD JÊ NEGIRE...   Keskîn, got: "Em behsa pêvajoya şewbê dikin û li girtîgehn nêzî hezar û 800 girtiyên nexweşîna wan giran hene. Yek ji wan jî nehatin berdan. Ev qanûn qanûneke wisa newekhev e ku sirf ji bo Ocalan sûd jê negire demildest ji bo sînorkirina 65-70 salan sûcê 'terorê' anîn. Yanî em dikarin bêjin ku bi her awayî pêkanîneke newekehv e."    Her wiha Keskîn daxuyaniya Wezîrê Dadê bibîr xist ku gotibû li girtîgehan 120 girtî bi şewbê ketine û got: "Hê jî ev mirov di girtîgehan de ne. Li girtîgehan tevdîrgirtin pir zehmet e. Em ditirsin ku ji ber şewbê xebera mirinê ji girtîgehan bê. Pêwendiya me ya bi girtîgehan re hatiye qutkirin. Li gelek girtîgehan hevdîtina parêzer û muwekîlan pêk nayê. Girtî tenê dikarin bi telefonê bi malbatên xwe re biaxifin."    MA / Erdogan Alayûmat