Karakaş: Îqtidar ji bo bîrbiriya civakê kontrol bike bi ser rojnamevanan de diçe 2020-05-03 09:01:50   AMED - Rojnamevan Bûrcû Karakaş, anî ziman ku îqtidar ji bo bîrbiriya raya giştî kontrol bikin bi ser rojnamevanan de diçe û got: "Dixwazin pêşî li ber rastiyê bigirin ku negihê raya giştî."    Tirkiye, bi zext û zoriyên li ser çapemeniyê, bi binçavkirin û girtina rojnamevanan 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pêşwazî kir. Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 180 welat hene û Tirkiye di rêza 154'an de ye Her wiha niha li Tirkiyeyê zêdetirî 100 rojnamevan jî girtîne. Rojnamevan Bûrcû Karakaş rewşa çapemeniyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.       RÊGEZÊN ROJNAMEVANIYÊ    Rojnamevan Bûrcû Karakaş, anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha zext û zorî hene û got, ji wê rojê heya niha çapemeniyeke ku li gor îqtidaran şikil guherandine jî heye. Karakaş, diyar kir ku çapemeniyeke ku dixwaze zimanê serdestan bi kar bîne heye û got, rojnamevanên di şert û mercên zor û zehmet de dişixulin jî hewl didin rêgezên rojnamevaniyê zînde bihêlin. Karakaş, bibîr xist ku berê rojnamevan dihatin kuştin, lê belê niha jî tên binçavkirin û girtin.    MANŞET Û MIROVÊN YEKTÎPΠ   Karakaş, anî ziman ku piştî Dogan Medya ketiye destê îqtidarê pêvajoyeke cuda dest pê kiriye û got: "Kes ne li bendê bû ku Dogan Medya têkeve destê îqtidarê. Çapemeniyeke ku hindik bûna jî dengê cuda bilind dibûn. Niha çapemeniyeke yekdengî heye. Di TV'yan de heman mirov, heman kes hene. Heman tiştî dibêjin. Rewşa rojnameyan jî heman rewş e. Manşet heman manşet in. Çapemeniyeke ku cih nade dengên cuda hat çêkirin."    Karakaş, destnîşan kir ku îqtidar ji bo bîbiriya raya giştî kontrol bikin bi ser rojnamevanan de diçe û got: "Bi vî awayî dixwazin pêşî li ber rastiyê bigirin ku negihê raya giştî."   Herî dawî Karakaş destnîşan kir ku wekî Tirkiyeyê li cîhanê jî zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêde dibin û 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir û got: "Em ê dev ji rojnamevaniyê bernedin."    MA / Fethî Balaman