Siyasetmedarê Kurd ê girtî: Tenê 2 meh berê qalibek sabûn dane 2020-05-03 09:02:05   AGIRÎ - Siyasetmedar Halîl Aksoy ku di Girtîgeha Kandirayê de ye û nexweşînên wî yê kronîk hene, diyar kir ku dermanên wî dereng didinê û li dijî şewba coronayê tu amûrên paqijiyê nadin wî û got, herî dawî 2 meh berê qalibek sabûn dane wî.    Ji hezaran girtiyên siyasî yên daxilî nav qanûna înfazê ya nû nehatin kirin yek jê jî siyasetmedarê kurd Halîl Aksoy ê 72 salî ye. Aksoy di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê de ye. Aksoy, tiştên pê re rû bi rû dimîne ragihandin. Aksoy ku nexweşînên wî yên kronîk ên wekî tansiyon, prostat, romatîzma hwd. hene, diyar kir ku dermanên wî dereneg didinê û li dijî şewba coronayê tu amûrên paqijiyê nadin wî û got, herî dawî 2 meh berê qalibek sabûn dane wî.    Aksoy di Serdema 24'an de Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê bû, ji ber axaftineke xwe ya di sala 2011'an de di sala 2016'an de hatibû girtin.    Aksoyê ku 4 sal in bi dorê di girtîgehên Agirî, Kalkandereya Rîzeyê û Kandiraya Kocaeliyê de maye, bi telefonê bi biraziya xwe Hîvda Aksoy re axifî.    Aksoy, diyar kir ku apê wê 72 salî ye û di gûrba xetereyê de ye. Aksoy, bal kişand ser qanûna înfazê ya nû û got: "Îqtidar, kesên ku nikare bi wan wan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Loma wan daxilî nav qanûna înfazê ya nû nekiriye." Aksoy, anî ziman ku xetereya ku vîrûs li girtîgehan belav bibe pir zêde ye û got: "Li dijî vê talûkeya mezin em bê parastin hatin hiştin."    TENÊ QALIBEK SABÛN!    Birazê Aksy, got: "Di telefonê de got, li dijî şewba coronayê tu amûrên paqijiyê nadin wan. Xwestine bi pereyan bikirin lê dîsa nedane wan. Got, girtiyên nexweş dikevin ji qawîşê derdixin wan dibin qawîşên yek kesî û piştî çend rojan dîsa wan tînin. Xwarina wan kêm didin wan. Apê min got, muqawemeta laşê wan zihîf bûye û niha bi grîbê ketiye. Apê min got, du meh in tenê qalibek sabûn dane wî, ji xeynî vê tu amûreke paqijiyê nedane wan û amûrên dezenfektanê jî nedane wan. Em ê bi kargoyê jê re amûrên dezenfektanê bişînin lê em nizanin wê bidinê an na. Lê em bişînin. Nêzî 3 meh in rojname û kovaran nadin wan."    BERPIRSIYAR WEZÎRÊ DADÊ YE    Aksoy, anî ziman ku ditirsin qanûna nfazê ya nû bibe sedema komkujiyekê û got: "Niha li girtîgehan bi sedan kes bi şewbê ketine hene. Ên vîrûsê bibin girtîgehê ne malbat an jî parêzer in, gardiyan bi xwe ne. Berpirsiyarê vê yekê jî Wezareta Dadê ye."    ‘BILA QANÛNA ÎNFAZÊ BÊ BETALKIRIN'    Aksoy, destnîşan kir ku xetereya heyî ji bo girtîgehan jî dewam dike û got: "Em dixwazin ev qanûna înfazê ya neheq û bêhiqûqî bê betalkirin. Bi vê qanûnê re têgiha kuştina mirov û ramanê pêk anîne. Ji ber vê rehîneyên siyasî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Di serî de girtiyên nexweş û bi giştî jî hemû rehîneyên siyasî divê bên berdan. Em ê dev ji vê daxwaza xwe bernedin."    MA / Dîndar Karataş