‘Hêj girtî nemirine tevan berdin' 2020-05-03 09:03:42   AMED - Malbatên girtiyan diyar kirin ku li dijî vîrusa coronayê li girtîgehan tu tedbîr nayên girtin û wiha gotin: “Em naxwazin kes li girtîgehan bimire. Bila dilê tu dayika neêşe û negirîn. Bêyî kes bimrin hemuyan berdin."    Êdî şewba vîrusa coronayê gihişt girtîgehan û li girtîgehan jî zêdetir belav dibe. Parlementera CHP’ê ya Stenbolê Gamze Akkûş Îlgezdî di nava heftiyê de diyar kir ku şewba coronayê di 15 rojan de li girtîgehan ji sedî 606 belav bû. Li ser vê yekê fikarên malbatên girtiyan jî zêdetir bûn. Malbatan xwestin demildest hemû girtiyan berdin.    Dayika girtî Mahsum Kolakan ê 6 sal in girtî û niha li Girtîgeha Tîpa T a Sêwêreg a Rihayê dimîne û girtiyê nexweş Ahmet Kolakan ê ku 26 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bandirmayê dimîne Fevziye Kolakan li ser rewşa zarokên xwe axivî. Fevziye Kolakan diyar kirin ku nexweşiyên lawê wê Ahmet pir in û rapora wî jî heye û got: “Lawê min ji destê xwe birîndar e. Nexweşiya dil û gurçikê pêre heye. Lingê wî seqet e. Donê wî zêde ye. Li gorî raporan divê wî berdin lê bernadin.”   ‘GARDIYAN BI BALDARÎ TEVNAGERIN’   Kolakan anî ziman ku li dijî vîrusa coronayê tedbîr baş nayên girtin û wiha axivî: “Derman û malzemeyên paqijiyê nadin wan. Lepik û rûpoş nedane wan. Di mezelekê de 16 kes dimînin. Rayedarên girtîgehê daxwazên wan bê bersîv dihêle. Gardiyan û xebatkarên girtîgehê bi baldarî tevnagerin. Dezenfektekirina girtîgehê û dermankirina girtiyan kêm e. Ji ber di tahlûkê de nin em bi fikar in.    ‘LI BENDA MIRINA GIRTIYA NE?’   Kolakan bal kişand ser qanûna înfazê û wiha bi dawî kir: “Em vê qanûna wan qebûl nakin. Gereke girtiyên siyasî jî tevlî vê qanûnê bikin û wan jî berdin. Em naxwazin kes li girtîgehan bimire. Ku yek jî li girtîgehan bimire berpirsyar Wezîrê Dadê ye. Bila dilê tu dayika neêşe û negirîn. Bêyî kesek bimire hemû girtiyan berdin. Çima bernadin? Li benda mirina wan in?”   ‘BEŞDARÎ MERASÎMA CENAZE BÛ CEZA XWAR'    Hevjîna girtî Fahrettîn Sevîm ku saleke di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne, Mensûre Sevîm jî diyar kir hevjînê wê ji ber ku 13 sal berê beşdarî merasîma cenaze bû hat girtin û wiha got: “Hevjînê min 4 sal û 2 meh ceza xwar. Hêj hevjînê min nehatibû girtin di istasyona veguheztina çopî ya şaredariyê de dixebitî. Piştî ku qeyûm hat tayin kirin îxraç kirin. Ji ber pirsgirêkên aboriyê me mala xwe firot û erebeya pîkap kirî. Hevjînê min di halê de dixebitî. Pişt re bi erebeyê qeza kir ji her du lingên xwe seqet bû ji ber wê bi daran bi rêve diçû. Ji ber ku nedikarî pêwistiyên xwe pêşwazî bike hemû pêwistiyên wî min pêşwazî dikir. Bi vî halî girtin u birin girtîgehê. Di lingekî wî de platîn heye.”   ‘DIVÊ DEWLET HEMAN GAVAN JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ JÎ BIAVÊJE’   Sevîm destnîşan kir ku girtîgehê li dijî şewba vîrusa coronayê tu tedbîr negirtine û wiha axivî: “Girtî bi xwe tedbîrên xwe digirin. Em dizanin ku tu tedbîr nayên girtin. Divê ji ber vê nexweşiyê weke girtiyên edlî hevjînê min jî hatibûya berdan. Ew girtiyên edlî yên ku hatine berdan jî me dîtîn, yekê jina xwe kêrkir û keça xwe ya 9 salî kuşt. Divê dewlet heman gavan ji bo girtiyên siyasî jî biavêje.”