DFG: Li Tirkiye rojnamegerî yek ji pîşeyê herî bi talûke ye 2020-05-03 09:37:07   AMED - DFG'ê rapora Nîsanê aşkere kir û diyar kir ku  li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin li Tirkiyeyê pîşeya Rojnamegeriyê di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire û got: "Lê ew ê tu zext gavê bi rojnamegeran baş de nikaribe bide avêtin. Ji bo rastî bigihêje civakê em ê her dem pêş de gavên xwe biavêjin. Em dîsa dubare dikin em li gel hempîşeyên xwe ne. Hempîşeyên tevî hemû zextan karên dewam dikin."   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafan a rojnamegeran a meha nîsanê eşkere kir. DFG'ê di raporê de diyar kir ku zextên li dijî çapemeniyê bûye sîstematîk û wiha got: "Hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya îktidarê di bin zextan de ne.  Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de li Tirkiyeyê dîsa rojnameger dibin hedef. Çapemenî ne vîruseke bê bidawîkirin e, çapemenî ji bo civakekek azad jêneger e."    DFG'ê da zanîn ku di van rojên ku pandemiya Vîrusa Coronayê li cîhanê belav bûye de 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz dikin û wiha lê zêde kir: "Ev dîrok ji 1993'yan heta niha bi biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li hemû cîhanê wekî roja azadiya çapemeniyê tê pîrozkirin. Armanca NY'ê ew e ku rojnamegeriya etîk derxe pêş û pêşî li zextên li dij çapemeniyê bigire lê ev rewş pêk nehat. Li her aliyê cîhanê zextên li dijî çapemeniyê her ku diçe zêde dibe. Îtidar nerezabîna xwe ya li dijî rojnamegeriya rast her tîne ziman û li dijî kedkarên çapemeniyê yên ku kedek mezin didin her dem dibe asteng û dixwaze wan ji pîşeya wan dûr bixe. Dema em berê xwe didin Tirkiyeyê em dibînin ku ev pirsgirêkan her ku diçe mezin dibe. Ev rewş ew ê di rapora ku em ê eşkere bikin hîn zelatir derkeve meydanê. Tirkiye ji aliyê azadiya çapemeniyê de her dem bû xwediyê qarneyeke ne baş. Her carê dema îktidar hat guhertin jî dîsa jî her dem rojnameger an bûn hedef an jî wekî hedef hatin nîşandan. Lê di serdema îktidara 18 salî ya AKP'ê de de zext, astengî, sansur hîn zêde bû û gihaşt asteke bilind."    'TIRKIYE DI RÊZA 154'AN DE CIH DIGIRE'    Komeleya Dîcle û Firat a Rojnamegeran, bal kişand ser rewşa rojnamegeriya li Tirkiye û wiha berdewam kir: "Endeksa azadiya çapemeniyê ya ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nas Nakin (RSF) ya 2020'an rewşa Tirkiyeyê ya derbarê mijara azadiya çapemeniyê de raxist pêş çavan. RSF ya ku bal kişand ser zêdebûna zextê li ser rojnamegeran di heman demê de rêza welatan a di qada azadiya çapemeniyê de jî eşkere kir. Li gor vê yekê Norveç, Fînlandiya, Danîmarka wekî welatên herî kêm pirsgirêkên rojnamegeran tên jiyîn hat nîşandan. Di dawiya lîsteyê de Bakurê Koreyê cih digire. Tirkiye jî ji nava 180 welatî di nava rêza 154'an cihê xwe digire. Ev rêz nîşan dide ku Tirkiye çiqasî ji azadiya çapemeniyê dûr ketiye.  Dema em li mehên ewil ên 2020'an dinêrin em dibînin ku tu guhertin li Tirkiyeyê çênebûye. Rojnameger hîn wekî texteyên hedefê tên nîşandan. Ji bo kedkarên çapemeniyê bên astengkirin her rê û rêbaz tên ceribandin. Gelek zextên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, cezayên girtîgehan bênavber dewam dikin. Rojnamegerên ku divê nûçeyan çê bikin ji ber van zextan dibin mijara nûçeyan."     ZEXT BÛNE SÎSTEMATÎK'    DFG'ê herî dawî bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û wiha got: "Zextên li dijî çapemeniyê mixabin bûye sîstematîk. Hemû rojnamegerên li derveyî çapemeniya îktidarê di bin zextan de ne.  Di pêvajoya ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê şer dike de li Tirkiyeyê dîsa rojnameger dibin hedef. Çapemenî ne vîruseke bê bidawîkirin e, çapemenî ji bo civakekek azad jêneger e.    Rewşek ku dibe sedema birîndarkirina çapemeniyê yek jê rewşa hempîşeyên me yên girtî ne. Ji sedî zêdetir rojnameger ew ê roja azadiya çapemeniyê ya cîhanê li girtîgehan pêşwazî bikin. Belavbûna Vîrusa Koronayê ya li girtîgehan jiyana hempîşeyên me dixe nava talûkeyê. Gelek kes ji ber Vîrusa Koronayê serbest hatin berdan. Gelek kesên ku hatin berdan bûbûn sedema qetilkirina mirovan. Lê hempîşeyên me yên ku peywiran tenê ragidanina rastiyê ye û çêkirina nûçeyan e niha di girtîgehan de ne. Ev ne hiqûqî ye. Em dîsa gotina xwe dubare dikin û em dibêjin bila rojnamegerên girtî serbest bên berdan.    Em di dawiya daxuyaniyê de bi "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran " a ku em her meh bi rêk û pêk didin daneyan eşkere dikin. Li gor daneyên mehên ewil ên 2020'an despêka mehên sala 2020'an ji bo rojnamegeran tabloyek baş ranaxîne pêş çavan.    Bi kurtasî em dikarin bêjin ku li gor daneyên navneteweyî û li gor zextên tên kirin li Tirkiyeyê pîşeya Rojnamegeriyê di nava pîşeyên herî bi talûke de cihê xwe digire. Lê ew ê tu zext gavê bi rojnamegeran baş de nikaribe bide avêtin. Ji bo rastî bigihêje civakê em ê her dem pêş de gavên xwe biavêjin. Em dîsa dubare dikin em li gel hempîşeyên xwe ne. Hempîşeyên tevî hemû zextan karên dewam dikin."    Daneyên binpêkirina mafên rojnamegeran a nîsana 2020'an:   "*Rojnamegerên hatine binçavkirin:2   *Rojnamegerên hatine girtin:1   *Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin:1   *Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin:12   *Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin:10   *Rojnamegerên darizandina wan dewam dike:1   *Astengiya gihaştina înternetê:275   *Cezayên RTK'ê:11   *Rojnamegerên dawî li karên wan hatine anîn:3   *Hejmara Rojnamegerên girtî yên ji dîroka 3'yê Gulana 2020'an şûnde:104"   Daneyên mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan ên 2020'an:   "*Rojnamegerên hatine binçavkirin: 29   *Rojnamegerên hatine girtin: 10   *Yên bi tundiyê rû bi rû hatine hiştin: 4   *Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin : 26   *Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye destpêkirin: 14   *Rojnamegerên ceza girtine: 15   *Astengiya gihaştina înternetê: 277   *Cezayên sansur û  RTUK'ê: 13   *Rojnamegerên dawî li karên wan hatine anîn: 11."