‘Di hemû baweriyan de gor pîroz in' 2020-05-03 09:38:50 EDENE - Hevserokê Şaxa DAD'ê ya Edeneyê Pîr Zeynel Kete, ji bo xirabkirina goran got: "Gava kêlikek mirov hebe, ew tê wateya dîrokeke mirov heye. Tê wateya ku nirxên bi hezaran salan. Nasnameyek e. Di hemû baweriyan de gor pîroz in."    Nûnerên partiyên isyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Edeneyê jî bertek nîşanî xirabkirin û texrîbkirina goran dan. Serokê Komeleya Alîkarî û PIştevaniya Bi Malbatên Xizmên Windayan re ya AKdenîzê (AYKAY-DER) Mehmet Mîrza Koklî anî ziman ku AKP bi hiqûqa dijminatiyê êrîşî goran dike û got: "Êrîşa li ser goran şermeke mezin e. Ev êrîş nayên qebûlkirin û demildest divê bi dawî bibin."      'BÊHURMETÎ Û GUNE YE'    Hevberdecka Meclisa Bajör a Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) Selda Kaya destnî şan kir ku di dîn, çand û edetan de tiştekî wiha tuneye û got, di misilmantiyê de dîn pîroz in û texrîbkirina wan bêhurmetiya li dîn e û guneh e. Kaya, got: "A tê kirin hiqûqa dijminatiyê ye. Ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin."    'NE EHLAQÎ YE'    Hevserokê HDP'a Bajêr Mehmet Karakiş jî bertek nîşan da û anî ziman ku mafê wan kesa ye ku piştî jiyana xwe ji dest dan di gorên xwe de bi awayekî aram rakevin, lê belê AKP êrîşî vî mafî jî dike. Karakiş, got: "Êrîşa li ser gorên ku gelê kurd qîmetê dide wan û di warê manewî de ji bo wan cihê motîvebûyînê ne, di hêla dînê de jî dejenerebûyîneke ehlaqî ye. Demildest divê dev ji van liv û tevgerên ku pêşî li ber îhtimala aştiya civakiyî digirin bê girtin."    'FAŞÎZM E'    Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan  (ESP) Osmana Kara jî anî ziman ku dîn û bawerî û netew çi dibe bila bibe divê tu gor neyên texrîbkirin û got: "Gor pîrozweriyên mirovan e. Texrîbkirina van deverên pîroz bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev yek di tu baweriyê de jî tuneye. Navê van êrîşan faşîzm e, bêehlaqîtî ye, bêbawerîtî ye, rizandîbûyîn e."    Serokê Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Pîr Zeynel Kete jî got: "Di baweriya me te mirin tuneye, dewrîdaîmîbûyîn heye. Her can ber bi Heq ve diçe, gav diçe be rbi aramiyê ve diçe. Loma gotineke der barê canên ber bi Heq ve diçin, zilmeke li ser wî di asasê xwe de ev yek li hemberî HEq tê kirin û zilm e."    'GOR NASNAME NE'    Kete, got: “Gava kêlikek mirov hebe, ew tê wateya dîrokeke mirov heye. Tê wateya ku nirxên bi hezaran salan. Nasnameyek e. Di hemû baweriyan de gor pîroz in. Canê ku ber bi Heq ve çûye, êdî ji me xelas bûye di weziyeta dewriyeyê de ye, li hizûra Heq e. Îjar destdayîna mekanê kesên li dîwana Heq, dijî riza û emrê Heq e. Her wiha gor pira paşeroj û pêşerojê ye. Nasname, dîtin, netew û baweriya kesê ber bi Heq ve çûbe çi dibe bila bibe ji Heq hatiye û dîsa vegeriyaye Heq. Di formên civakiyî hemûyan de gor pîroz in, serdana wan tê kirin, dua tên kirin, rîtuel tên çêkirin. Divê mirov li qesra dilê dayikekê be. Herî zêde dayik vê êşê hîs dikin. Qebûlkirina jiyana pev re ya cudahiyan wê pirsgirêkan çareser bike."