‘Divê hemû kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê’ 2020-05-03 10:02:33 STENBOL – Parêzeran, diyar kirin ku bi awayê bêhiqûqî veşartina mafê hevdîtinê yê telefonê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 21 salan bi birayê xwe re pêk anî, tecrîda mutlaq a li Îmraliyê radixe ber çavan û gotin: “Divê her kes bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, piştî 21 salan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di sala 2015’an de weke sekreter şandin girtîgehê yekemîn car di 27’ê Nîsanê de bi malbatên xwe re hevdîtina telefonê kirin.    Parêzerên wan Serbay Koklu û Cengîn Yureklî, mafê hevdîtinê ya yekemîn car ji bo Ocalan hat dayîn nirxandin û diyar kirin ku ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ya ku hemû cîhan kiriye bin bandora xwe, têkildarî muwekîlê wan fikarên wan zêde bûn û ji ber zextên zêde yên raya giştî, piştî 21 salan ji bo carekê ev mafê Ocalan hat dayîn. Parêzeran, dan zanîn ku ev yek nebese.   ‘MAFÊ WÎ YÊ QANÛNÎ TU CARAN NEDANÊ’   Prz. Serbay Koklu, anî ziman ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê, heftiyê carekê ji bo girtiyan, 15 rojan carekê jî ji bo girtî-hikumxarên cezayê muebata giran li wan hatine birîn, mafê hevdîtina telefonê heye û wiha axivî: “Lê piştî 21 salan ev mafê muwekîlê me Ocalan hat dayîn û muwekîlên me yên din ên sewqî Îmraliyê hatibûn kirin jî, piştî 5 salan yekemîn car ev mafê xwe bi kar anîn. Ji ber şewba koranyê, di serî de fikarên cîdî yên gelê kurd û raya giştî ya têkildar çêbûn. Dîsa malbat û parêzeran bi israr ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Lê ev serlêdanên me bi awayekê keyfî û bê hincet hatin redkirin.”    ‘BÊMAFÎ RAXISTIN BER ÇAVAN’   Koklu, da zanîn ku ev 21 salin bêyî ku tu hincetê nîşan bidin, mafê hevdîtinê yê telefonê asteng kirin ûwiha got: “Dadgeha Înfazê her tim bi hinceta qanûnê serlêdanên ji bo mafê hevdîtina telefonê red dikirin. Bi mezinbûna bertek û fikaran re, bi awayekê bi reh biryar didin û hevdîtina telefonê pêk tînin. Ev rewş bi tenê jî dide xuya kirin ku li Îmraliyê bêhiqûqiyek mezin heye. Derbarê vê bêhiqûqî û nêzîkatiyên keyfî de îtîraz û geliyê me hene. Ev hevdîtina telefonê jî bi awayekê bê hiqûqî kirin. Lê Serdozgeriya Komarê dikarî bû di çarçoveya serlêdana malbata de nêz bibe û hevdîtinê pêk bîne. Bi awayê bêhiqûqî veşartina mafê hevdîtinê yê telefonê, tecrîda mutlaq a li Îmraliyê radixe ber çavan. Ev dide nîşandan ku her kêliya Ocalan tê kontrolkirin û dibin çavderiyê mezin deye. Ev pergal li dijî hiqûqê ye.”   ‘NE BESE’   Koklu, da xuya kirin ku ji ber şewbê tenê carekê mafê hevdîtina telefonê dayîna Ocalan ne bese û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim bi nîşandana mirinê, dixwazin me raziyê tayê bikin. Gelo emê çawan vê ferastê qebûl bikin û têr bibînîn. Ev mafekê bingehîn û ji ber şewbê li hemû girtîgehan ev maf zêdetir kirine. Ji ber vê ne pêkane ku em vê pêkanîna tenê ji bo carekê qebûl bikin. Bê guman ji Ocalan peyam girtin pir girînge. Ligel hemû bêmafiyan jî em wate û girîngiyê didin hevdîtinek wiha. Lê ne bese. Divê ev mafê Ocalan her tim ji bo wî bê dayîn.”   PRZ. YUREKLÎ: ŞERT Û MERCÊN JIYAN AZADE PÊŞ DIXE   Ji parêzerên Ocalan Cengîn Yureklî jî, diyar kir ku grevêm birçîbûnê, meseleya şewata li giravê rû da û şewba Kovîd-19 fikarên mezin dan avakirin ku encam wiha derbikev holê. Yureklî, bal kişan ser mafê Ocalan û wiha axivî: “Ji ber ku Birêz Ocalan dixwaze, çanda neteweya demokratik a jiyana azad û wekheviya gelan ava bike, rastî tecrîdek evqas giran tê. Ocalan ligel hemû bêmafî û pêkanînên keyfî jî, hewl dide jiyana azad û wekhev pêş bixe.”   Prz. Yurekli, banga Ocalan a di hevdîtina telefonê de ji bo PKK, KDP û YNK’ê kir nirxandin û wiha got: “Şewba vîrûsê krîzên siyasî û civakî kurtir kirin. Hin beş hene ku dixwazin vê rewşê ji bo xwe weke firset bi kar bîin û polîtîkayên xwe yên şer mezintir bikin. Li aliyê din jî derfetên nîqaşên çareseriya demokratîk jî derketine holê. Gelek aliyên feraseta neteweya demokratîk a ku Ocalan daniye  holê hene. Di vîr de yeketiya gelê kurd û yekitiya gelan hatiye esas girtin. Ji ber vê Birêz Ocalan hêzên dixwazin polîtîkayên şer kûr bikin hiştiyar dike. Ji ber vê pêdivî dibîne ku HDP derfetên çareseriyê mezin bike, xwe berfireh bike û pêş bixe.”    ‘DIVÊ EM HIN ZÊDETIR BALÊ BIDIN SER HEWLDANÊN WÎ YÊN ÇARESERIYÊ’   Yurekli, diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqek cuda û derasayî heye û wiha bilêv kir: “Ji bilî rewşên awarte bi tu awayî hevdîtin nayin kirin. Di vî warî de dixwazin, hemû saziyên hiqûqî bêfonksiyon bêhin û hemû saziyên siyasî jî bêdeng bikin. Di heman demê de li Îmraliyê, di şexsê Birêz Ocalan de, nirxandinên jiyana azad û demokratîk tên kirin. Hincet çi dibe bila bibe, divê mafê ragihandin û hevdîtinê neyin asteng kirin. Divê her kes li gorî vê bala xwe bide ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û hewldanên çareseriyê.”   MA / Erdogan Alayumat