Ragip Duran: Îqtîdar dixwaze hemû medyayê têxe kontrola xwe 2020-05-03 11:22:34   STENBOL - Rojnameger Ragip Duran bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û anî ziman ku îqtîdar ji bo ser rastiyan veşêre û serweriyê bike dixwaze hemû medyayê zevt bike û têxe kontrola xwe. Duran, diyar kir ku rola rojnameger ewe ku civakê ronî bike û di qada siyasî, çandî, aborî û qadên din de şaşiyên ku pêş ketin rast bike ye.     Îro 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ye. Lê li Tirkiye 104 rojnameger girtîne. Li gorî rapora Tora Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Tirkiye di qada azadiya çapemeniyêde di nava 180 welatan de di rêza 154'an de ye.    Li gori rapora wekilê CHP’ê yê rojnameger Utku Çakirozer a Rapora Azadiya Çapemeniyê ya serdema vîrûsê ji 11'ê Adarê heta niha 10 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. Bi giştî der barê 30 rojanemgeran de lêpirsîn hat vekirin.    Li gorî Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Press in Arrest a 2020'an li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 17 doz hatin dîtin û 23 rojnameger hatin darizandin. Li 23 rojnamegeran bi giştî ji 171 sal û 11 mehan heta 408 sal û 10 meh û 15 rojan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Li gorî rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) ya Nîsanê 2 rojnameger hatin binçavkirin, 1 rojnamger hat girtin. 1 rojnameger rastî tundiyê hat, 12 rojnameger rastî lêpirsînê hatin. 10 rojnameger doz li wan hatin vekirin. 1 rojnameger hat darizandin û 3 rojnameger ji kar hatin avetin.    Rexnegirê Medya û Rojnameger Ragip Duran, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsê li gelek cihan belavkirina rojnameyan hatin rawestandin û wiha got: "Şewba vîrûsê bandorek mezin li ser xebatkarên çapemeniyê û medya kir. Di serî de DYA û li gelek welatên din bi sedan rojname hatin girtin û dawî li weşanê anîn. Ev êdî me dixe nava fikaran. Di aliyê aborî de medya di rewşek xerab de ye."    'PIŞTÎ DAXUYANIYA ERDOGAN ZEXTÊN LI SER MEDYA ZÊDE BÛN'    Duran bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û anî ziman ku îqtîdar ji bo ser rastiyan veşêre û serweriyê bike dixwaze hemû medyayê zevt bike û têxe kontrola xwe. Duran, diyar kir ku rola rojnameger ewe ku civakê ronî bike û di qada siyasî, çandî, aborî û qadên din de şaşiyên ku pêş ketin rast bike ye û wiha got: "Li Tirkiye ji ber polîtîkayên ewlehiyê û polîsan rê li pêş çapemeniye hatiye girtin û nikare nûçeyê bi qalîte çêke. Serokomar Tayip Erdogan got “Welatê me ne tenê ji koronavirusê, di heman demê de înşallah dê ji vîrûsa medya û siyasetê jî xelas bibe." Ev daxuyaniyek pir xerab e. Piştî vê gotina Erdogan zextên li ser medya zêde bûn. Rojnamegeriyê wekî vîrûsê pênase dike. Di encamê de virus dikuje, lê rojnaemgerî bêtir jiyanek baş pêşkêşî civakê dike. Lê li Tirkiyeyê li dijî hilberîna fikrê cehaletek mezin û bê wîcdaniyek mezin heye. Tirkiye di warê azadiya ramanêde di sînorê jêr de cih digire. Li hemû cîhanê medya nabêje 'Me verûs xelas kir' lê medyali Tirkiye dibêje 'me virûs xist kontrolê' Medya serdest her dem pesnê xwe dide. Lê dema em li rewşa Tirkiyeyê dinerin ji aliyê malzepeyên parastinê ve pir xerab e. Em dizanin ku li Tirkiye medya îqtîdarê agahiyên derewîn dide gel."    MA / Mehmet Aslan