83 sal derbas bûn: Ne êşa wê berda, ne jî nêrîna dewletê guherî 2020-05-03 11:43:01   STENBOL - Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû, diyar kir ku polîtîkayên Komkujiya Dersimê ya 83 sal di ser re derbas bûn hîna jî di dewrê dene û got: “Ji bo ku komkujî bê naskirin, divê hemû pîroziyên gel ên rastî komkujiyê hatin bên qebûlkirin.”    Bi ser Komkujiya Dersimê re ku dîroka Komara Tirkiyeyê de weke xalek reş tê anîn 83 sal derbas bûn. Desteya Wezîran, di 4’ê Gulana 1937’an de biryarnameya “Tevgera Bidûrxistina Dersimê” da û bi tevgerê li komkujî pêk banî. Ligel ku ewqas sal bi ser komkujiyê re derbas bûn, hîna jî êşa wê bernedaye û zindiye. Gelê Dersimê ji vê komkuijyê re dibêje “qirkirin.” Li gorî daneyên heyî di sala 1937’an hezar 737 û 1938’an de 6 hezar û 868 dersimî hatin qetilkirin.  Li gorî hin lêkolîn û danayên cuda jî tê gortin ku di vê komkujiyê de 70 hezar zarok, extiyar, jin û zilam hatin qetilkirin. Dîsa bi deh hezaran kes hatin sîrgûn kirin û zarokên keç ji malbatên wan hatin standin û dan leşkeran.    GAZA BI JEHRΠ   Hîna jî gelek aliyên komkujiyê tên veşartin. Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê wê demê Wezîrê Karê Hûndir bû, di girtekên xwe yên bîranê de wiha behsa komkujiyê dikir: “Xwe spartibûn şikeftan. Artêşê gazên bi jehrî bi kar anîn. Mirovên di şikeftanan de mîna mişkan bi jehrî bûn. Ji heft salî bigirin heya heftî saliyan ew Kurdê Dersimê serjê kirin. Tevgerek bi xwîn bû. Doza Dersimê bi dawî bû. Desthilatdariya hikumetê ket Dersim û gundên wê. Bi vî awayî her tişt qediya. Niha em dikarin bi awayekê rehet bikevin Dersimê.” Çaglayangîl bi gotinên xwe rastiya komkujiyê vedigot.    Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, diyar kir ku ligel evqas sal derbas bûn jî birînên di dilê wan de vebûyîn hîna jî nehatine girtin û derbarê salvegera komkujiyê de axivî.    ‘QIRKIRIN TU CARÎ BI DAWÎ NE BÛ’   Kûlû, da zanîn ku dewletê di sala 1937’an de bi derxistina qanûnek taybet êrîşî Dersimê kir û wiha axivî: “Li tu devera cîhanê, derbarê herêmekê de qanûnek wiha nehatiye derxistin û komkujî pêk nehatiye. Sedema bingehîn a komkujiyê, gelê bajarê hemû kurd bûn û xwedî nasnameya Elewî bûn. Ji bo ku vê rewşa bizerar dîbûn ji holê rabikin, sond xwaribûn. Piştî sala 1938’an komkujî bi tu awayî bi dawî nebû. Komkujî ne tenê bi awayekê fîzîkî ji holê rakirine. Komkujiya herî mezin ziman, nasname, çand, goristan, dîrok û warê we tunekirin. Ne pêkane ku em vê bi tu awayî pênase bikin. Hîna jî em aqûbeta zarokên hatin windakirin û cihê goran nizanînin. Vegotina vê pir zor û zehmet. Ji wê rojê û vir ve li ser vê erdnîgariyê bi komkujiya fîzîkî re komkujiya bawerî, ziman û çandê tê jiyîn. Ji ber pergala bişavtinê ya dewletê tiştek nema. Em di rewşekê ku di rûpên dîrokê mayîn in. Dibe ku piştî me, di nava pirtûkên dîrokê de em tenê weke xalekê bimînin. Em bi rastiyek wiha re rû bi rû ne.”    ‘DIVÊ GORAN AŞKERE BIKIN’   Kûlû, da zanîn ku di Komkujiya Dersimê de mirov di şikeftan de bi gazên jehriyê hatin kuştin û wiha  got: “Mirovên man jî weke koleyan dan leşker û serdarên Tirk.  Ji bo ku dewlet vê komkujiyê nas bike divê xwe ji ‘hişmebdiya komkujiyê’ rizgar bike. Di vî warî de xebatên me dewan dikin. Em dixwazin hemû zarokên di wê demê de hatin windakirin û zarokên keç ên dan leşkeran bidin malbatên wan û aqûbeta wan bê zanîn. Em dixwazin cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî bên aşkere kirin û dewlet ji ber komkujiya kirî lêborînê bixwaze.”    MA / Îdrîs Sayilgan